20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû

20 sal li ser têkoşîna Kongra Star a ji bo rizgarkirina jinan derbas bû. Di 2023`yan de jî hewl da hevgirtina jinan xurttir bke û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.

20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
20 sal di ser têkoşîna Kongra  Star re derbas bû
15 ÇILE, 2024   03:38
QAMIŞLO
SILAV EBDUREHMAN

15`ê Çileyê salvegera 19`an a damezirandina Kongra Star e ku ji 2005`an ve di bin navê Yekitiya Star de dest bi rêxistinkirina jinan li tevahî qadan li gor îdeolojiya rizgariya jinan kir. 

Sala borî, Kongra Star hemwextî salvegera damezirandinê, kongreya xwe ya 9`an li Hesekê bi dirûşma "Bi têkoşîna şoreşa jinan em ê serhildana Jin, Jiyan, Azadî bi ser bixin" li dar xist. Di kongreyê de ji bo pêşxistina xebatên kongrayê, xurtkirina hevgirtina jinan gelek biryar hatin girtin.

Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Kongra Star û berdevka berê ya Kongra Star Remziye Mihemed ji ajansa me re axivî. Remziye tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anîn ku di oxira rizgarkirina jinan û civakê û guhertina hişmendiya baviksalarî ya civakê de tê koşiyan.

Remziye balkişand ser xebatên kongrayê piştî lidarketina kongreya 9`an û got: "Piştî kongreyê, ji bo ku biryar pêk werin me xebatên xwe xurt û berfireh kirin."

DI ALIYÊ BALDARÎ Û HIŞYARIYÊ DE

Li gor Remziye Mihemed bi bîr xistiye, li ser bingeha ku parastin, berpirsyariya her kesî ye nemaze di vê pêvajoya hesas de ku herêm tê re derbas dibe, di 2023`yan de Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de gelek dewre, semîner têkildarî mijarên dîrokî, zanistî û gelek mijarên din li dar xist. Gelek beşên civakê jî tev li wan çalakiyan bûn.

Her wiha dewreyên perwerdeyê ji jin û mêran re hatin lidarxistin ku li Qamişloy 396 dewreyên vekirî bi tevlêbûna 4 hezar û 610 kesan li dar ketin. Ji jinan re jî 109 dewreyên vekirî bi tevlêbûna hezar û 560 jinan hatin lidarxistin. 265 jî tev li 22 dewreyên girtî bûn. Ji bo mêran jî 14 dewreyên vekirî bi tevlêbûna 285 mêran û 5 dewreyên girtî bi tevlêbûna 84 mêran li dar ketin.

Semînerên li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate dayîn jî gihaşt 3 hezar û 975`an di wan semîneran de 38 hear û 662 kes hazir bûn.

DOZA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Kongra Star di kongreya xwe de avakirina 4 komîteyan; Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Komîteya Hevjiyana Azad, Komîteya Parastina Cewherî û Komîteya Displînê ava kirin. Her wiha nave Komîteya Têkiliyan û Lihevkirinên Demokratîk guhert û kir Komîteya Têkiliyan û Lihevkirinan û Siyaseta Demokratîk, ragihand.

Remziye têkildarî xebatên her çar komîteyan wiha axivî: "Jinan xwe di nava Komîteya Parastina Cewherî de bi rêkûpêk û berfirehî li tevahî komîn û meclisên taxan, bajarok û kantonên  herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kirin. Ji bo ku bikare di çarçoveya siyasetek û plansaziyeke hevgirtî de bersivê bide êrişan û siyasetên li dijî jinan."

Remziye wiha domand: "Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û xurtkirina hevgirtina jinan û xwedîderketina wan li doza Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, bi rêya Zoomê gelek semîner, panel û konfrans û meş li dar xistin."

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de ku li 74 navendan li seranserî cîhanê di 10`ê Kanûna 2023`yan dest pê kiriye, Platfoma Jîngehê ya Jinan a Rojava ya girêdayî Kongra Star 8`ê Çileyê ji bo aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan pêngavek ragihand ku 9`ê heman mehê dest pê kir û heta 4`ê Nîsanê didome. Der barê de Remziye got: "Ew gava me ya yekemîn e di sala 2024`an de. Doza Rêber Abdullah Ocalan ji xebatên me yên pêşîn in."

LI SER ASTA DÎPLOMATÎK

Remziye diyar kir ku kongrayê piştî lidarxistina kongreya xwe, hewl da xwe bigihîne tevahî jinan çi li hundir yan jî derveyî Sûriyeyê û rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn.

Kongra Star tev li çalakiyên ku li Rojhilata Navîn hatine lidarxistin bûne mîna Kongreya Jinan a Herêmî ku li paytexta Lubnanê Beyrût di 18-19`ê Tebaxa 2023`yan li dar ket, komxebata ku bi dirûşma "Bi hev re ji bo rojhilateke navîn a demokratîk-rêya aştiyê" li Lubnanê li dar ketiye, meşa navneteweyî ya jinan ku li Tunisê li dar ketiye, konferansa ku li bakurê Afrîkayê li dar ketiye, her wiha serdana sazî û aliyên têkildarî ên li Ewropayê jî hate kirin.

Kongra Star li navendên xwe yên li Rojava, gelek şandeyên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê pêşwazî kirin ji bo ku rewşa rêxistinî ya jinan ji nêz ve bişopînin.

Remziye di dewama axaftina xwe de îşaret bi rewşa jinan li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê kir û got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî siyaseteke taybet li dijî jinan dimeşînin. Herêmên dagirkirî li ser kontrola pergala baviksalariyê, mînakeke diyar e. Jin li wan herêman rûbirûyî tundiya bedenî û derûnî ne. Herî dawî li dijî jinên revandî, biryarên nerewa hatin birîn."

Remziye bang li jinan li herêmên dagirkirî kir ku xwe birêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin, li hember sûcên dewleta Tirk bisekinin û ji bo parastina xwe ji wan êrişan, mekanîzmeyekê peyda bikin.

PLANSAZIYA 2024`AN

Remziye bi bîr xist ku di sala 2024`an de wê gundên modal ên jinan bên avakirin, ji bo xurtkirina jinan ji aliyê aborî, çandî û civakî ve wê akademî bên vekirin û proje bên lidarxistin, Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê konferansa xwe li dar bixe, pirtûkxaneyên taybet ên jinan dê werin vekirin, wê parkek bi navê Jîna Emînî bê vekirin, darên berhemdar li park û zeviyên Kongra Star bên çandin û berhemên wê dê li jinan û civakê bên belavkirin.

Di dawiyê de Remziye got: "Em soz didin ku têkoşînê li dijî hêzên faşît ên li dijî doza jinan berdewam bikin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin."

(şx)

ANHA