Rojnamevaneke lubnanî: Rojnamevan tên bêdengkirin

Rojnamevana ji Lubnanê Karolîn Bezî rêxistinên hiqûqî û rojnamegerî rexne kir ku nekarîn rojnamevan ji binpêkirinên desthilatan biparêzin.

Rojnamevaneke lubnanî: Rojnamevan tên bêdengkirin
15 ÇILE, 2024   06:42
BEYRÛT
RANIYE UBEYD

Rojnamevana ji Lubnanê Karolîn Bezî ji ajansa me re têkildarî revandina rojnameva Silêman Ehmed ku edîtorê beşa erebî yê ajansa nûçeyan a Roj News`ê ye, ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve di 25`ê Cotmeha 2023`yan de, axivî. 

Karolîn got: "Rojnamevan li cîhanê nemaze li dewletên herêmê ji demeke dirêj ve rûbirûyî çewsandinê û bêdengkirinê ne. Bi awayekî hovane tên girtin û kuştin. Ruxmî ku qanûn û lihevkirinên navneteweyî hene ku wan dewletan pabendî parastina rojnamevanan dikin. Lê dîsa jî, li gelek dewletan em dibîsin rojnamevan hatine girtin yan jî kutşin. Silêman jî rû bi rûyî van binpêkirinan e piştî ku ji aliyê PDk`ê ve hate revandin û çarenûsa wî ji 80 rojan ve, ne diyar e."

ROJNAMEVAN BÊPARÊZBENDÎ NE

Karolîn wiha domand: "Ruxmî ku nasnameya rojnamegerî, ji bo rojnamevanan parêzbendî ye û ji girtinê diparêze ji ber ku ev pîşe, rastiyê radigihîne, dengê mezlûman bilind dike û bi awayekî azad derbirîn dike. Lê belê bê parêzbendî ma. Ruxmî ku madye 19`an a Ragihandina Mafên Mirovan a Cîhanê û gelek rapor û lihevkirinên navneteweyî, destnîşan dikin ku azadiya derbirînê derfetê dide rojnamevan bigihêje tevahî agahiyên li cem dewletê. Ev yek di rapora taybet a NY`yê ya têkildarî azadiya ray û derbirînê sala 1993`yan de hatiye bibîrxistin."

Karolîn destnîşan kir ku desthilat her kesê siyasetên wê rexne dike digire yan jî gef lê dixwe ji bo ku gavên xwe rewa bike û di heman demê de bi wê girtekê, hişyarî dide rojnamevanên din.

Her wiha Karolîn got: "Gelek dewlet yan jî rêxistin û partî, dihêlin ku rojnamevan bibin berdevkên wan yan jî dê rûbirûyî gefxwarinê yan girtinê yan kuştinê bibînin. Ev jî karê rojnamegeriyê asteng dike û azadiya rojnamegeriyê û ragihandinê sînordar dike."

DAXUYANIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ TÊRÊ NAKIN

Karolîn diyar kir ku şermezarkirina binpêkirinên desthilatan li dijî rojnamevanan, bi dayîna daxuyaniyan têrê nake ji ber ku bingeheke wê ya qanûnî nîn e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê qanûnên ku rojnamevanan diparêzin, werin çalakirin. Li dewletan bê ferzkirin ku wan qanûnan pêk bînin. Divê rojnamevan û wezaretên ragihandinê li bajarokên xwe qanûneke nû ya ragihandinê derxin ku wan diparêze."

Karolîn Bezî, zanistên siyasî û rêveberî li Zanîngeha Lubnanê xwendiye. Dîplomaya têkiliyên navneteweyî û dîplomasî ji zanîngeha îsalmî wergirtiye. Li radyoyaya Dengê Gel dest bi kar kiriye. Her wiha li gelek dezgehên çapemeniyê yên nivîskî kar dike. Sala 2018`an tev li hilbijartinên parlamentoyê bûye.

(şx)

ANHA