20 hezar kes gihaştine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Zêdetirî 20 hezar kes ji Lubnanê gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

20 hezar kes gihaştine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
26 cotmeh, 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Masaya krîzê ya têkildarî kar û barên kesên ji Lubnanê tên û ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatiye avakirin, ragihand ku heta niha 20 hezar û 128 kes ji Lubnanê hatine herêmê.

Kesên vedigerin herêmê, yan diçin malên xwe yan jî li cem xizmên xwe bi cih dibin û yên mal û xizmên wan li herêmê tune ne jî Rêveberiya Xweser ji wan re navend diyar kirine.

(şx)

ANHA