Xelkê Dêrazorî li dijî êrişan daket qadan

Şêniyên kantona Dêrazorê di xwepêşandanekê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman.

Xelkê Dêrazorî li dijî êrişan daket qadan
Xelkê Dêrazorî li dijî êrişan daket qadan
Xelkê Dêrazorî li dijî êrişan daket qadan
Xelkê Dêrazorî li dijî êrişan daket qadan
Xelkê Dêrazorî li dijî êrişan daket qadan
Xelkê Dêrazorî li dijî êrişan daket qadan
Xelkê Dêrazorî li dijî êrişan daket qadan
Xelkê Dêrazorî li dijî êrişan daket qadan
26 cotmeh, 2024   14:59
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên kantona Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên civaka demokratîk ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist. 

Xwepêşandanê ji pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê ya li Herêma 7 Kîlo dest pê kir.  Di xwepêşandanê de pankartên "Em êrişên li dijî Iraqê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin", "Em ê têkoşîn û berxwedanê li dijî faşîzmê bidomînin" û "Bimire Erdogan" hatin vekirin.

Li Çerxerêya 7 Kîlo xwepêşandan rawestiya û veguherî mîtîngê. Li wir hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Felek El Osman axivî û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Felek wiha domand: "Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker êriş sivîl, zarokan û binesaziya herêmê dike.  Dixwaze bi êrişan vîna me bişikîne, lê wê vîna me naşikê. "

Felek got: "Dewleta Tirk ji destpêka aloziyê ve piştgiriya terorê dike, DAIŞ`ê fînanse dike û bi rêbazên herî hovane êrişî gelên herêmê dike."

Endamê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê Esed El Mihemed jî axivî û êrişên bi "sûcekî şer û li dijî mirovahiyê" wesifand.

El Mihemed bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo parastina herêmê berpirsyariyên xwe bi cih bînin, qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafirên dewleta Tirk bigirin.

Di çalakitê de daxuyaniyek jî hate dayîn. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û bêdengiya li hember wê, hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku ev êriş, li dijî ewlehiya herêmê ye û aloziya mirovî kûrtir dikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Hilweşe dewleta Tirk a dagirker " û "Bijî QSD" bi dawî bû.

(şx/bb)

ANHA