2 roj e peywendî bi xwendekar Hêvîn Dawûd re qut bûye

Peywendiya bi xwendekar Hêvîn Mehmûd Dawûd a ji taxa Eşrefiyê ya Helebê, ji duh ve dema ku diçû Peymangeha Şebabûna ya taxa Suryan a Helebê qut bûye.

2 roj e peywendî bi xwendekar Hêvîn Dawûd re qut bûye
27 adar, 2025   21:31
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh ve, dema ku xwendekar Hêvîn Mehmûd Dawûd diçû Peymangeha Şebabuna ya taxa Suryan a Helebê, peywendiya pê re qut bû.

Li gorî çavkaniyên ji bajarê Helebê xwendekar Hêvîn ji aliyê çeteyên "Emşat" ên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

(mh/fr)