Ewropa hişyarî da desthilata Şamê

Nûnerên Ewropî peyamek da desthilata Şamê û got divê bûyerên li welat bên kontrolkirin û pêşî li kiryarên "çekdarên tundraw" bên girtin da ku welat bikeve rêveçûna rast.

Ewropa hişyarî da desthilata Şamê
27 adar, 2025   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rueters’ê ragihand ku 3 nûnerên Ewropayê peyamek radestî Wezîrê Karên Derve yê desthilata Şamê Esed Şîbanî kir. Di peyamê de hişyarî ji bo desthilata Şamê tê dayîn ku, ger Şam tu tedbîrên cidî der barê van hişyariyan de pêk neyne, dibe ku piştgiriya navneteweyî jê re were sekinandin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi zelalî diyar kir ku bûyerên li perava Sûriyeyê nabe wiha bê bertek derbas bibin û bang li desthilata Şamê kir ku sûcdaran diyar bike û wan ceza bike.

Ev peyama Ewropayê ne ya yekemîn e. Beriya wê jî Washingtonê daxwaza hesabxwestinê ji sûcdaran kiribû.

Lê belê li gorî çavkaniyên dîplomasî, Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) tenê ji nêzî 20 hezar çekdaran pêk tê, ji lew re ew xwe dispêre bi hezaran çekdarên din nexasim ên biyanî û tundraw.

Li gorî çavkaniyan, tevgera van çekdaran bi xwe re metirsiyê tîne ku Sûriyê ji nû ve vegere qonaxa nû ya şer.

(mh/fr)