2 kes bi tawanbariya belavkirina hişbirê hatin destgîrkirin

Li Reqayê 2 kes bi tawanbariya bikaranîn û belavkirina madeyên hişbir hatin destgîrkirin.

2 kes bi tawanbariya belavkirina hişbirê hatin destgîrkirin
1 mijdar, 2025   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku 30’ê Cotmehê li Reqayê 2 kes destgîr kirine. Li gorî daxuyaniyê, her du kes bi tawanbariya bikaranîn û belavkirina madeyên hişbir hatine destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku bi her du kesan re 3 kîlogram heşîş, hezar û 348 hebên Captagon, 38,10 gram krîstal, çek, mermiyên BKC’yê û alavên madeyên hişbir hatine desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku lêkolîna der barê her du bersûcan de dewam dike.