Li Amûdê peyama Rêber Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin

Jinan di civînekê de ku ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve li li bajarê Amûdê hate lidarxistin, peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan gotûbêj kir.

Li Amûdê peyama Rêber Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin
Li Amûdê peyama Rêber Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin
Li Amûdê peyama Rêber Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin
Li Amûdê peyama Rêber Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin
Li Amûdê peyama Rêber Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin
Li Amûdê peyama Rêber Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin
Li Amûdê peyama Rêber Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin
8 nîsan, 2025   15:32
QAMIŞLO

Di civînê de endama Meclisa Jinan a PYD`ê ya kantona Cizîrê Nesrîn Tahir peyama Rêber Abdullah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xwend.

Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Nicûde Faris naveroka peyamê ku tê de banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk cih girtibû, nirxand.

Nicûd Faris diyar kir ku destûra nû ya Sûriyeyê jinan ji beşdarbûna di avakirina siberoja Sûriyeyê de dûr xistiye û got: "Em daxwaza destûreke ku mafên jinan biparêze û azadî û serxwebûna wan misoger bike, dikin."

Beşdarên civînê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ramanên jinan guhertine û bang li jinan kir ku li dijî îdeolojiya baviksalar a ku rola wan sînordar dike û pêşketina jinan asteng dike, tê bikoşin.

Di dawiya civînê de beşdaran banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê kir da ku jin destûreke ku mafên wan biparêze saz bikin.

(k)