2 bazirganên hişbirê li Tebqayê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên hişbir li gundewarên Tebqayê difirotin, girtin.

2 bazirganên hişbirê li Tebqayê hatin girtin
2 bazirganên hişbirê li Tebqayê hatin girtin
2 bazirganên hişbirê li Tebqayê hatin girtin
29 mijdar, 2023   14:49
NAVENDA NÛEYAN

Di çarçoveya pêngava tolhildana şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ku Hêzên Ewlekariya ‎Hundirîn –Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27′ê Cotmehê de dabû destpêkirin de, ‎ Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 23′yê Mijdarê de li bajarokê Mensûra yê li rojhilatê Tebqayê operasyonek da destpêkirin.

Hêzan di operasyonê de 2 kesên bazirganiya hişbirê li herêmê dikir, girtin û li gel wan 8 hezar û 646 hebên hişbir desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî hûrgiliyên operasyonê û dîmena şopandina wan her du kesan û girtina wan tevî hebên hişbirê, belav kir.

(fr)