19ˋê Berfanbarê 2024 Qereqozaq-Tişrîn / CÎHAN BİLGİN

Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn ku 19ˋê Kanûnê li gel hevalê me yê rojnamevan Nazim Daştan di encama êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, dema berxwedana li dijî êrişên ser Bendava Tişrîn û pira Qereqozaq dişopandin, ji bilî nûçeyan bûyerên li herêmê li deftera xwe jî nivîsandine. Notên ku hevala me roja 19ˋê Kanûnê çend saet beriya êrişa balafirê nivîsandibûn, em par ve dikin.

19ˋê Berfanbarê 2024 Qereqozaq-Tişrîn / CÎHAN BİLGİN
29 kanûn, 2024   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro dîsa medyaya Tirk bi armanca şerê derûnî nûçeyên derewîn belav dike û dibêje ku Bendava Tişrînê di destê wan de ye. Ez û Nazim niha li Qereqozaqê ne. Di vê demê de li herêmê gelek tevgera balafirên keşfê heye. Şervanên li vir dibêjin dema balafirên keşfê hebin, tevger ne ewle ye. 'Erê, hûn rojnamevan in, lê di encamê de nûçeyên ku hûn çêdikin maskeyê wan dişikînin. Ji ber vê yekê jî dê we bi taybetî bikin armanc. Ji ber vê yekê tev negerin. Berî sê rojan li bajarê Eyn Îsa yê li kêleka me 12 jin û zarok qetil kirin, çima we nekujin?' bi van gotinan hişyar dikin. Ez û hevalê xwe Nazim me karî li cihekî bisekinin û çavên xwe li berevajîkirina rastiyê bigirin? Ez bawer im na! Nazim, ji şervan re dibêje 'tu rast dibêjî, divê em hay ji xwe hebin' lê bi kenekî şermok û fedîkar, lê bi kenekî ku çalên li ser rûyê wî derdixe pêş, tiştek got ku tê wateya "em nikarin li cihê xwe jî bisekinin" û xwe ji vê rewşê rizgar kir. Lê nêzîkatiya min diyar e! Ji ber ku wijdana min tiştên ku çavên min dibînin qebûl nake, ez niha li vir im û rojnamegeriyê dikim. Yan jî min dikarî zanîngeha Dîcleyê ya ku min dest pê kiribû biqedanda û bibûma parêzer. Min dikarî bi derfetên ku ew tîne jiyana xwe ava bikira û jiyaneke asayî û normal qebûl bikira. Lê min ev qebûl nekir. Ji ber ku min ji bo xwe û ji bo ronahîkirina civakê her tişt qebûl kir û hatin vir. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe, divê ez biçim û nûçeya xwe çêkim. Ev bi awayekî wateya jiyana min bû.

 Hevalên min ên di ajansê de ji ber ku wan fikirî ku xeternak e, nexwestin ez werim Minbicê. Lê ez rojnamegereke şer bûm û diviyabû ez bûyeran gav bi gav ji cihê bûyerê bişopînim. Ma wekî din dê çi cudahiya min ji wan kesên ku li ser maseyê rûdinin û nûçeyên derewîn çêdikin an jî bi ewlehiya konvoyên ji dehan wesayîtan pêk tên senaryoyan dinivîsin û dibin rojnamegerên sexte re hebûya! Her wiha ez axa Minbicê, Qereqozaqê, Tişrînê, Eyn Îsa û mirovên wê nas dikim. Dema ew rizgar bûn, min şahiya jinên li wir parve kir, min kelecanê azadiyê di çavên wan de kûr hîs kir. Ez bi bîranînên jinên ku min wek xwişka xwe didîtin û zilma ku DAIŞˋiyan li wan kirine ji min re digot, tijî bûm. Min çay û qehweya mirovên ku min nas nedikir û nizanîbû vexwar, ez bûm parçeyek ji çîroka wan û min çîrokên wiha mezin li çîroka xwe zêde kir. Min got bila ev hemû bimînin, ez ê ji bo qehweyeke çil salî jî be divê li wir bim û ez hatim vir.

 Ez dibînim ku şervanên ciwan ên li vir li ber xwe didin çawa bi coş dixwazin bi ser bikevin. Çavên wan hemûyan dibiriqin. Belkî saetekê şûnde êdî tune bin, belkî jî qet tiştek neyê serê wan. Ez nizanim... Lê di wê kêliyê de ya ku di çavên wan de dibiriqî; tevgerên bi heyecan, coş û biryardar ên lehengên ku ji bo jiyana ku dixwazin ava bikin, mirinê qebûl dikin bû. Ma duh êvarê helwesta van mirovan negotibû ku ez 'azadî bê berdêl nabe' binivîsim! Madem azadî berdêl dixwaze, divê ez jî vê qebûl bikim û karê xwe bidomînim. Ji ber vê yekê divê ez biçim Tişrînê û min berê xwe da rê.

 Ez li Tişrînê me. Niha bala her kesî li ser Tişrînê ye. Ewqas nûçeyên derewîn çêdikin ku dê her kesî bawer bikin! Ez ê niha weşana zindî bikim û maskeyên wan dê bikevin. Ez ê ji ser bendavê dilê dayikan hênik bikim. Li wir, li ser wê bendava ku Tirkiye û çeteyên wê çîrokên qehremaniyê yên sexte lê dinivîsin, ez ê bi weşana zindî rastiyê yek bi yek rêz bikim. Ez bawer im dema şervanan bibînin ku ez ji vir diaxivim, biriqîna çavên wan dê zêdetir bibe. Dayikên wan şervanan jî dê şanaziya şîrê xwe yê helal bikin. Divê ez vê bidim jiyîn.

 Ez difikirîm gelo dema ez weşanê bikim dê diya min jî li min temaşe bike? Nizanim çima îro tim diya min tê bîra min. Di axaftina me ya dawî de gelek xemgîn bû. MÎTê dîsa çûye û gef li wan xwarine û tirsandine. Çi ji wan belengazan dixwazin. Bavê min birine cihekî ku nizane. Her çiqas wî got "Hûn dizanin Cîhan li ku ye, rojnamegeriyê dike, çima hûn zextê li me dikin" û li dijî derket jî, para xwe ji zilma zaliman girtiye. Piştre bi gelek tehdîtan tirsandine û berdan. Min bi kurt û kurmancî got "Çi bikin bila bikin, ez ji rêya xwe venagerim".

 Ji bo jinekê, por her tiştê wê ye. Ji ber mercên neguncaw min nikarî porê xwe bişom û şeh bikim. Ji dema ku ez hatime vir gelek derfet çênebûn. Lê diya min çiqas xweş porê min şeh dikir. Digot "Cîhana min, ronahiya herdu çavên min, parçeya kezeba min keça min, jiyana min" û bi bêhna gulan porê min şeh dikir. Digot "Îro ez ê ji keça xwe ya delal a ku ji kutilkên bi goşt hez dike re kutilkan çêkim". Bi rastî jî diya min çiqas kutilk xweş çêdikir. Ji 2017ˋan û vir ve min xwarinên diya xwe yên bi baldarî çêkirî û dûmana wan a germ dernediket nexwar. Dema ez ji dibistanê vedigeriyam, ji serê kolanê ve min dikarî têbigihîşta ka wê çi xwarin çêkiriye. Min çiqas bêriya wê û xwarinên wê kiriye! Ji ber kar û baran min firsend nedît ku nîvro xwarinê bixwim, ez bawer im ji ber vê ez van tiştan difikirîm.

 Em karê xwe yê li Tişrînê bi weşana zindî diqedînin. Min ji bo êvarê jî soz daye televîzyonê, ez ê beşdarî weşana zindî bibim. Rast e hevalên li vir ji ber ku keşif heye dîsa dibêjin "em destûrê nadin ku hûn biçin". Lê divê em biçin. Em rojnamevan in! Digel hemû xeteran em ê karê xwe bikin. Ji bo ku em xwe bigihînin hewce nake ku em rê dirêj bikin. Belkî dê bêhtir bi xeter be lê em ê ji riya kurt zûtir bigihîjin Qereqozaqê.

 Çi dibe bila bibe! Her tim tiştek hebû ku min dizanî û bawer dikir û vê ez her tim kêfxweş kirim. Ez bi rastî jî di kokê de miroveke baş im. û min ev başiya xwe di her kêliya jiyana xwe de nîşan da. Min tu car başî û bedewî ji tu kesî nekiriye. Ji ber ku ez wiha me, min her tim karî bi rûyekî ken û evîneke mezin bidim her kesî. Ji ber ku min hez kir baş bim, başiyê bikim; û helbet kenînê jî!

 Tiştekî din jî hebû ku di van rojan de ez kêfxweş dikirim. Hevdîtinên bi Rêbertî re! Tê gotin ku ev hevdîtin dê bidomin. Rêbertî bi awayekî hemû astengiyên dê derbas bike û ji bo gelê Kurd dê rêyeke ku tiştên baş bike, bibîne. Ji ber vê yekê dema ez hatim û hevalan pirsî ka dê çi bibe min got "Ez hîs dikim ku dê tiştên gelek xweş ji bo gelê Kurd çêbibin". Min bi vê yekê ji kûrahiya dilê xwe bawer kir. Erê, niha êrîş hene, lê Rêbertî bi hêza xwe ya siyasî û rewşenbîrî dikare hemû pirsgirêkan çareser bike.

 Saet 3 piştî nîvro ye... Eger em hinekî din li vir bimînin em ê dereng bimînin. Nazim jî karên xwe qedand. Tevî astengkirinê divê em rêyekê bibînin û biçin. Dema te rê hilbijart, divê tu bi qebûlkirina berdêlê bimeşî. Em bi xwe rê ne, em rêyek in! Em ê biçin, her tim jî dê yên li pey me bên, hebin. Belkî astengî derkevin pêşiya me, em negihîjin lê dema rê hebe yên ku dimeşin û digihîjin jî hene. Wek ku helbestvanê me jî gotiye sibehên xweş û ronak dê bi me yan bê me çêbibin!