181 hezar malbat li kampan hewceyî alîkariyê ne, hikumet bê deng e

Zêdetirî 181 hezar malbatên ku li kampên li bakurê Sûriyeyê dijîn, ji ber bahoza berfê û hewayê sar zehmetiyên giran dikişînin. Hikumeta veguhêz jî tenê bang li rêxistin û saziyan kir ku alîkariyê bikin.

181 hezar malbat li kampan hewceyî alîkariyê ne, hikumet bê deng e
5 ÇILE, 2026   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Kar û Barên Civakî û Kar a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku ji ber bahoza berfê bandor li zêdetirî 181 hezar malbatên kampan bûye. Wezaretê ragihand ku divê alavên germkirinê, av, xwarin, stargeh û piştgiriya tenduristî û perwerdeyê werin peydakirin û hikumetê ji bo alîkariyê bang li rêxistinên alîkariyê yên li herêmê kir.

Koçberên li çend kampan ji gelek dezgehên medyayê re diyar kir ku xizmet tune ne û bersivdayîna pêdiviyên wan ne li gorî karesata mirovî ne, bi taybet ji ber sermaya zêde û xirabûna konan ji ber bahoz û berfê.

Her çi qas salek di ser hilweşîna rejîma Baasê re derbas bûye û hikumeta veguhêz soz dida ku dosyaya kampan çareser bike, lê rastiya li ser erdê nîşan dide ku planên pratîk û cidî ji bo pêkanîna vê sozê nîn in.

(k)