17 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê wergirtin

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 17 roj in agahî nayê wergirtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

17 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê wergirtin
10 mijdar, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê Beşa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çibû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 17 roj in agahî jê nayê wergirtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, Asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Ajansa Rojnewsê de wek edîtor dixebite.

Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê Silêman Ehmed berpirse.