Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da

​​​​​​​Rojnamevan û nivîskar Necmedîn Salaz li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. 

Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
14 cotmeh, 2023   10:15

Kedkarê çapemeniya azad, nivîskar û rojnamevan Necmedîn Necmedîn Salaz, li nexweşxaneyeke Silêmaniyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Necmedîn Salaz 10 sal bûn li başûrê Kurdistanê dijiya û demekî dirêj bû ji ber nexweşiyekê dihate dermankirin. Salaz, moderatoriya bernameya "Rojeva Başûr" dikir ku li ser geşedanên li Başûrê Kurdistanê ji televîzyona Medya Haberê re ragihand.

Necmedîn Salaz di çalakiya bîranîna  ku 27’ê îlonê li Silêmaniyê ji bo şehîdê Çapemeniya Azad Seyît Evran de wiha gotibû: “Serê Kurdistan û gelê kurd yê welatparêz sax be. Seyît Evran jiyaneke kurt jiya, temenekî wî yê dirêj nebû. Lê belê hin mirov jiyaneke ji 100 salî zêdetir dijîn."