Sersaxî ji malbatên şehîd Candar û şehîd Rêzan re xwestin

Ji malbatên şehîd Rêzan Mistefa û şehîd Candar Oskîlo re sersaxî hat xwestin û hevrêyên şehîdan careke din soza tolhildanê da.

13 cotmeh 2023   15:54

Rêzan Mistefa û Candar Oskîlo 8'ê vê Cotmehê de di encama bombebarana balafira dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ya li Dêrikê  de şehîd bûn. Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo herdu şehîdan konê sersaxiyê li qada Şehîdan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê vegirt. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn herikîn ji di nav de, şêniyên taxê berî dan kon û sersaxî xwestin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih Îbrahîm sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û li ser planên dewleta Tirk a dagirker jî got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van êrişan îradeya me têk bibe, lê belê em soz didin ku şopa şehîdan bidomînin. Em ê xwe û zarokên xwe ji bo welatê xwe feda bikin."

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Şêr got: "Me bi rêya analîzên Rêber Apo û berxwedana gerîla rastiya dijmin nas kir ku armanca wî tunekirina Kurdan e. Ji bo têkbirina van planan divê em hevgirtin û yekitiya hemû pêkhateyên xwe pêk bînin."

Endama Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê Mizgîn Elî destnîşan kir ku şehîd hebûna gelan diparêzin û şehîd Rêzan û Candar bi îrade û lehengiya xwe hezkirin di dilê hevrêyên xwe de çand û navên xwe di dîrokê de nivîsandin.

Mizgîn Elî soza tolhildana şehîdan û şopandina rêya wan da.

Merasîm bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mh/bb)

ANHA