​​​​​​​Xiyas Neîse bang li gelê Sûriyeyê kir xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin

Muxalifê sûriyeyî Xiyas Neîse destnîşan kir ku dewleta Tirk şert û mercên şîdetê ya giştî û guhertinên mezin bi kar tîne da ku siyasetên xwe yên firehkirinê li Sûriyeyê berdewam bike. Neîse îşaret bi armancên dewleta Tirk kir ku parçekirina projeya nîştimanî ya Rêveberiya Xweser e. Neîse bang li tevahî sûriyeyiyan û hêzên nîştimanî kir ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin.

​​​​​​​Xiyas Neîse bang li gelê Sûriyeyê kir xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin
13 cotmeh, 2023   07:02

Dewleta Tirk a dagirker di çend rojên dawîn de êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, binesaziya herêmê û navendên stratejîk, tax û gund kirin hedef.

Ruxmî bêdengiya hêzên navneteweyî û yên hikumetên herêmê, lê ev êriş ji aliyê aliyên civakî, pirspor û lêkoler û siyasetmedaran ve hatin şermezarkirin.

Muxalifê sûriyeyî, koordînatorê Şepêla Çep a Şoreger a Sûriyeyê Dr.Xiyas Neîse der barê êrişên dewleta Tirk de wiha axivî: “Ji salekê ve guhertinên mezin çêdibin ku pergala hegemoyê ya cîhanê hejand. Şer, alozî, cezayên di navbera hêzên mezin ên nakok de. Ev şert û mercên şîdetê li cîhanê, hişt ku dewletên herêmî siyasetên xwe yên firehkirinê bidomînin. Bi taybet li welatê me Sûriyeyê û li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk siyasetên xwe yên firehkirinê û dijminane domandin.”

Neîse wiha domand: “Ev nakokiya cîhanî, lihevkirinên di encamê de çêbûne, dihêle ku di aliyekê de dozên adil ên gelan werin paşguhkirin. Mîna ku îro bi gelê Filistînê re çêdibe. Van hêzan, doza gelê Kurd û gelê Sûriyeyê, mafên wan di azadiyê, aştiyê û edaletê de paşguh kir. Em jî wê rastiyê ji me re piştrast dike ku hêzên mezin û yên herêmî ne li gor mafên gelan lê belê li gor berjewendiyên xwe kar dikin.”

Xiyas Neîse ev li gotinên xwe zêde kir: “Delîlê din jî; li Sûriyeyê şerê wêranker ê ku pergala Erdogan li dijî gelê me dimeşîne heye. Ev rejîmê sûcdar, ne tenê gel û ciwanên wî dikuje lê belê hêmanên jiyanê yên bi milyonan kesan tune dike. Îsraîl jî vê yekê li Xezayê dike. Mixabin ev li gel bêdengiya hêzên mezin ên demorastiyê û parastina mafên mirovan îdia dikin anjî mirov dikare bêje bi erêkirina wan pêk tên.”

Neîse got: “Ev ders dubarekirî ye divê em ji bîr nekin. Hevalbendê gelên bindest tune ye, piştevanê wan gelên têkoşer in û hêzên wê yên azadîxwaz in. Ji tecrubeyan îsbat bû ku yên xwe dispêrên hêzên mezin dawiyê bi bin dikevin yan jî teslîm dibin.”

PARÇEKIRINA PROJEYA NÎŞTIMANÎ

Der barê armancên êrişan de Neîse wiha anî ziman: “Ew dixwaze vê projeyê têk bibe. Ji ber ku projeyeke nîştimanî ya sûriyeyî ye û çareyeke cidî ya rewşa trajedîk a welatê me ye. Tirkiye armanc dike her darbe li her projeyekê bide ku çareseriyeke adil ji bo doza mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd dabîn dike. Ji ber ku dewleta Tirk naxwaze çareseriyeke adil li Tirkiyeyê ji vê dozê re bibîne. Herî dawî, Tirkiye armanc dike her projeyekê tune bike ku hêzên demokratîk ên rastîn û serbixwe yên Sûriyeyê di serî de hêzên rêveberiya Xweser komî ser hev bike. Ji bo ku li gor dewletên Astanayê, derî ji Tirkiyeyê û çeteyên wê re weke aliyekî çareseriyê bê vekirin. Yan jî ji bo ku ji nû ve zordestiyê û mezhebiyê hilberînin. Ev rewşa Sûriyeyê çareser nake lê belê projeya şerekî navxweyî ya demdirêj e.”  

‘DIVÊ SÛRIYEYÎ Û HÊZÊN NÎŞTIMANÎ XWEDÎ LI RÊVEBERIYA XWESER DERKEVIN’

Her wiha Neîse têkildar bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bdengiya li hember sûcên li Xezayê rû didin şibihand û got: “Divê ev bêdengî were şermezarkirin. Divê li hemberê derkevin. Helwesteke piştgir a diyar û berçav ji aliyê hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ve bê nîşandan. Ev tişt ji hêzên rizgariyê yên cîhanê tê xwestin. Têkoşîna gelan ji bo rizgariyê, li ser asta xwecih, herêmî û cîhanî yek e.”

Neîse di dawiyê de got: “Li gor rewşa Sûriyeyê, divê gelê Sûriyeyê û hêzên demokratîk pîvanên hêzan serobinî bikin. Pêşerojeke baştir xêz bikin. Ji bo wê jî divê helwesteke cidî bi rêya piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên civakî siyasî û leşkerî li hember tirkê hov were nîşandan ku her ku bi bin keve hovîtiya wî di tunekirina vîna gelên azad û diyarkirina çarenûsa xwe de zêde dibe.”

(şx)