Polîsên Tirk  êrişî çalakiya li dijî dagirkeriyê kir: 9 kes hatin binçavkirin

Li Mûşê polîsên Tirk êrişî çalakiya şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û 9 kes bin çav kirin.

Polîsên Tirk  êrişî çalakiya li dijî dagirkeriyê kir: 9 kes hatin binçavkirin
12 cotmeh 2023   16:01

Li Mûşê bi pêşengiya Meclisa Ciwanên û Partiya Çepên Kesk a Mûşê ji bo şermezarkirina êrişên qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qada Kobanê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsên Tirk ên ku ji ber qedexeya walîtiyê destûr nedan daxuyaniya çapemeniyê, girse asteng kirin. Piştî êrişa polîsan 9 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin ev in: “Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Selamettîn Yilmaz, Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Bermal Nergiz, endamê Desteya Rêveber a Çepên Kesk Îbrahîm Boz, endamên Meclîsa HDP’ê ya Mûşê Çîçek Tûtûş, Omer Koç û Ûmît Gokturk, endamê Meclisa Ciwanan Maruf Çelîkel, Serhat Dûrsûn û kesekî navê wî nayê zanîn.”