Ji bo 3 şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasîma sersaxiyê

Şêniyên Hesekê sersaxî dan malbatên şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê û soz dan ku heta pêkanîna serkeftinê rêya şehîdan bişopînin.

Ji bo 3 şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasîma sersaxiyê
Ji bo 3 şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasîma sersaxiyê
Ji bo 3 şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasîma sersaxiyê
Ji bo 3 şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasîma sersaxiyê
Ji bo 3 şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasîma sersaxiyê
Ji bo 3 şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasîma sersaxiyê
Ji bo 3 şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasîma sersaxiyê
Ji bo 3 şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasîma sersaxiyê
12 cotmeh, 2023   11:50

Bi sedan şênî û malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, leşkerî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîdên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê; Lorans Ebdî, Skender Hiso û Salih Yusif bûn. Her sê şehîd di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Akademiya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê ya li herêma Koçerat a Dêrikê 8`ê Cotmehê de şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a taxa Miftî ya Hesekê hate vedan. Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Cewad axivî û şehîdên azadiyê di şerxsê şehîdên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê de bibîr anîn.

Cewad wiha domand: “Li pêş çavên cîhanê û dewletên ku parastina mafên mirovan dikin, dewleta Tirk Tirk êriş hêz û gelê me dike. Ka mirovahiya wan dema dewleta Tirk wan sûcan li dijî me dike?”

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso jî got: “Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelemperî êriş hêz û gelê me dike ji bo ku vîna me bişikîne û projeya me ya demokratîk têk bibe.”

Oso, ji bo têkbirina dijmin û bidestxistina azadiyê, soza şopandina rêya şehîdan de.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê axivî û got: “Her çiqas êriş li dijî me zêde bibin, ew nikarin vîna me bişikînin. Em bi şehîdên xwe hêz dibin. Şehadet ji bo me hêz û serkeftin e.”

TIL BIRAK
Li navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Hesekê jî bi sedan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl berê xwe da gundê Derce yê başûrê navçeyê û sersaxî da malbata şehîd Ezîz Elî Ebdo.

Dêrsim Hesekê wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan li ser bingeha baweriya wî bi gel û berxwedana li hember dijminan, destpêkê şerê fikrê kapîtalîst û pergalên desthilat kir. Em jî li ser bingeha fikr û felsefeya wî ya xurt, dê heta dawiyê û pêkanîna serkeftinê li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA