Îsraîlê êrişî Şam û Helebê kir

Medyaya nêzî hikumeta Şamê ragihand ku Îsraîlê bi moşekan êrişî balafirgehên Şam û Helebê kiriye.

Îsraîlê êrişî Şam û Helebê kir
12 cotmeh 2023   11:52

Rojnameya El Wetan a ser bi hikumeta Şamê ve da zanîn ku Îsraîlê bi moşekan êrişî balafirgehên Heleb û Şamê kiriye. Rojnameyê diyar kir ku hikumeta Şamê bi rêya pergala parastina hewayî hewl dide êrişê têk bibe. Hat ragihandin ku ji ber êrişê zirarên madî di balafirgehan de çêbûne.

Medyaya Rûsyayê jî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan ragihand ku balafirên Îsraîlê gelek moşek avêtine derdora Şamê û hin balafirên din jî bi moşekan Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê hedef girtiye.

(fr/c)