Li Tirbespiyê meşa li dijî komploya navneteweyî

Bi pêşengiya Kongra Star, jinên navçeya Tirbespiyê bi meşekê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî şermezar kirin.

Li Tirbespiyê meşa li dijî komploya navneteweyî
4 cotmeh, 2023   16:06

Bi pêşengiya Kongra Star, bi dehan jin li Tirbespiyê li kolanên Tirbespiyê meşiyan, tecrîd û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Jinan bi rakirina wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, ala Kongra Star û siloganên “Bijî Serok Apo” û “bijî berxwedana Îmraliyê” dest bi meşa xwe kir.

Meş ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê kir. Jinan di meşa xwe de bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û komployê şermezar bikin.

ANHA