Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Ewropa bi parlamenterên Alman re civiya

Şandeyek ji nûnertiya Rêveberiya Xweser li Ewropayê bi gelek parlamenterên Alman re li Berlinê civiyan û gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyeyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Ewropa bi parlamenterên Alman re civiya
30 îlon, 2023   10:48

Li gorî malpera fermî ya Rêveberiya Xweser, nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser li Almanyayê Xalid Derwêş bi parlamenterên Partiya Demokratî ya Civakî ya Almanî ya hakim Niels Schmes û David Zavitsky re li Berlinê civiyan.

Destpêkê Ebdulkerîm Omer behsa pêşdeçûnên li Sûriyeyê giştî, li herêmn Rêveberiya Xweser bi taybet kir û got ruxmî rewşeke aram a nisbî heye, lê hin metirsiyên ku rewş di her kêliyekê de bi paş bikeve hene. Ew yek jî ji ber paşguhkirina navneteweyî li ser rewşa Sûriyeyê ye.

 Omer bal kişand ser binketina hewldanên çareseriya siyasî ya li welat û diyar kir ku sedemên hewldanên çareserkirina siyasî bi bin dikevin ew in ku xwestekeke rasteqîn û durist ji aliyê hikumeta Şamê ve tune ye, opozîsyona Sûriyeyê bi derve ve girêdayî ye û li kêlek wê jî civata navneteweyî bi erkên xwe li ser vê yekê ranabe û tu nêrîneke aliyekî ya aşkera ji çareseriyê re nîne.

Omer destnîşan kir ku li hember wê yekê projeyeke giştî ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê pêşkêş kirin ku aştî û yekitiya xaka Sûriyeyê were parastin û di heman demê de armanc û hêviyên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê pêk werin.

Omer anî ziman ku ji ber ku Almanya endamekî Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dij DAIŞ′ê ye ew bi hêvî ne ku Almanya bi rola xwe ya aktîf di çareserkirina krîza Sûriyeyê, mijarên din weke têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ′ê û doza penaberên Sûriyeyî de bilîze.

Li aliyekî din jî her du palamenteran Niels Schmes û David Zavitsky ‎diyar kir ku hikumeta Almanyayê bi berdewamkirina piştgiriya sûriyeyiyan pabend e, her wiha bi rêveçûna Cinêvê ya çareserkirina krîza sûriyeyê li gorî biryara 2254′an ve girêdayî ye.

Der barê ragihandina Rêveberiya Xweser a destpêkirina tedbîrên darizandina hin endamên DAIŞ′ê, Niels Schmes û David Zavitsky ‎got ew di vê demê de astengî û zehmetiyên li pêş nehevkariya navneteweyî di vê dozê de tê digihîjin. Her du parlamenteran got pêdivî bi pêkanîna van darizandinan heye, ew yek ji bo pêkanîna adaletê pêwîst e û ji wê zêdetir jî gaveke girîng a ji bo geşkirina hewldanên li dijî DAIŞ′ê ye.

Niels Schmes û David Zavitsky ‎diyar kir ku ew piştgiriya xwe ji projeya Rêveberiya Xweser re ya girêdayî pêşwazkirina penaberên Sûriyeyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin û got pêşwazkirina penaberan li van herêmên fikreyek baş e û divê hikumeta Almanya û civata neteweyî bi cidî di ber çavan re derbas bike û ew ê vê mijarê nîqaş bikin da ku bigihînin astên jor.

(fr)