Feryal Îbrahîm gihaşt mala xwe

Jina êzidî Feryal Xidir Îbrahîm ya ji aliyê hêzên YPJ’ê yên Rojavayê Kurdistanê ve, ji destê DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin, gihîşt Şengalê û duh ji aliyê YJŞ û TAJÊ ve bi merasîmekî hate pêşwazîkirin û teslîmê malbata wê hate kirin.

Feryal Îbrahîm gihaşt mala xwe
30 îlon, 2023   10:06

Ji ber fermana DAIŞ’ê ya bi hevkariya dewleta Tirk û reva çekdarên PDK’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an ji Şengalê, bi hezaran êzidî bi komî hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin. Li gorî agahiyan hîn jî nêzî 2 hezar jin û zarok di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Heya niha hêzên QSD’ê zêdeyî 430 jin û zarokên êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.

Jina Ciwan a êzidî Feryal Xidir Îbrahîm jî di dema fermanê de hîn 12 salîbû, li Digûrê tevî endamên malbatê dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê û di temenê 9 saliyê de çeteyên DAIŞ′ê ew dîl girt.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 19’ê Îlonê jina ciwan Feryal Îbrahîm ku 9 sal bûn di destê DAIŞ’ê de bû, rizgar kir. Feryal Xidir Îbrahîm duh bi cilên çandî yên Êzdayetiyê, li navenda Giştî ya fermandariya QSD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radestî fermandariyên YJŞ’ê û YBŞ’ê hate kirin. Di heman rojê de Feryal Îbrahîm Xidir derbasê warê ku jê dayik bûye (Şengal) hate kirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û YJŞ’ê jina ciwan gazî malbat û xizmên Feryal Îbrahîm kir û ew bi merasîmekî radest kirin.

Bira û xizmên Feryal di merasîma pêşwazîkirinê de amadebbûn. Bi navê malbatê Zêdan Xelef Miço di merasîmê de wiha axivî: “Em gelek kêfxweş in îro keça me li me vegeriya û ji destê çeteyên hov hate rizgarkirin. Em spasiya her aliyekî para wan di rizgarkirina wê de heye dikin. Em bi taybet spasiya YPJ’ê dikin ku Feryal ji DAIŞ’ê rizgar kir û piştî salan ew gihand me. Ji malbata Feryal 4 kesên din, dayik, du xwişk û birayekî wê ketin destê DAIŞ’ê. Du xwişkên wê yên ketin destê DAIŞ’ê hatin kuştin.”

 ‘ŞENGAL NE ŞENGALA BERÊ YE’

Zêdan Xelef diyar kir dawiya dawî cihê êzidiyan her Şengal e û axaftina xwe bi vê peyamê bi dawî kir: “Em vêya pir baş dizanin em êzîdî biçin ku derê jî her vegera me li ser cih û warê me ye. Li ti devera dinyayê jiyan nîne ji me re, ji bilî Şengalê. Em li ser axa xwe ji berê gelekî aramtir dijîn. Di warê xizmetê de jî êdî Şengal ne Şengala berê ye, ji berê jî qenctir e. Em dubare spasiya YPJ’ê dikin ku keça me ji destê DAIŞ’ê rizgar kir û bi xêr û bi silamet li me vegerand.”

 ‘SPASIYA HÊZÊN ÊZIDXANÊ DIKIM’

Paşê Feryal Xidir Îbrahîm, jî hestên vegera Şengalê bi van gotinan îfade kir: “Ez gelekî kêfxweş im ku li cih û warê xwe vegeriyam û min malbata xwe dît. Min bawer nedikir ez rojekê we bibînim û bi selametî li malbata xwe vegerim. Ez gelek spasiya hêzên Êzîdxanê dikim bûn wesîle da ez malbata xwe carek din himbêz bikim.”

‘JINÊN DÎLGIRTÎ, TEŞWÎQÊ AZADIYÊ BIKIN’

Feryal di dawiya axaftinên xwe de hêvî û daxwazên xwe anî ziman û got: “Gelek kêfxweş im li ser axa Şengalê me û di nava malbata xwe de me. Hêvîdar im ku hemû keçên êzidî yên hîn di destê DAIŞ’ê de werin rizgarkirin, heta pêwîst e em hemû esîrên xwe teşwîqê azadiya wan bikin.”

 ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ HÎN BILINDTIR BIKIN’

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî jî endama koordînasyona TAJÊ dayê Neam Bedel kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Em jî li ser navê TAJÊ bi xêr hatina keça xwe dikin û em gelek kêfxweş in bi xêr û silamet giha nava civaka xwe û malbata xwe. Me hêvî û daxwaz heye ku hemû jin û keçên me ji destê çeteyên DAIŞ’ê werin rizgarkirin. Me weke civaka Êzîdî du cejin pîroz kirin, yek cimahiya Şibêl Qasim û yek jî vegera Feryal bi silametî ya nav me bû. Dubare spasiya her kesê ku hewl da û hewl dide keç û jinên êzîdî ji destê DAIŞ’ê rizgar bike dikin. Em ê weke TAJÊ her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin ji bo em pêşerojeke azad ji jinan re ava bikin.”

Piştî merasîma pêşwazîkirinê, Feryal Xidir Îbrahîm derbasê mala xwe ya Dîgurê bû.