​​​​​​​Rêveberiya Reqayê koçber li kampeke navendî bi cih kirin

Komîteya Karûbarên Civkaî ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca ku alîkariya tenduristî û perwerdeyî pêşkêşî zarokên ku li kampên bêserûber ji xwendinê pêbar mane bikin, veguhastina koçberan ji kampên bêserûber ber bi kampa Ednaniyê ya ku îsal hatiye avakirin, didomîne.

​​​​​​​Rêveberiya Reqayê koçber li kampeke navendî bi cih kirin
28 îlon, 2023   04:35

Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarek derxist û li gorê wê koçberan ji kampên bêserûber ên li gundewarên Reqayê veguhastin 4 kampên bi rêkûpêk; Ednaniyê, Selhebiye Şerqiye, Reşîd û Rehiyat.

Meclisa Sivîl û Rêveberiya Xweser piştî naskirina pirsgirêk û êşên koçberan di wan 53 kampên bêserûber de, ev biryar stend. Gelek ji wan kampan li rex sergo û hin din jî li şûnwaran hatine avakirin.

Li wan kampan, torên kanalîzasyon û yên ava vexwarinê tune ne. Her wiha ji ber nebûna navendên perwerdeyê di nav kampan de, zarok xwendin in.

Di encama tunebûna alîkariya tenduristî de li wan kampan, gelek nexweşî di nav koçberan de nexasim di nav zarokan de belav bûn, wek laşmanya, xurî û jehrîbûnê. Komîteya Karûbarên Civakî jî piştrast kir ku ew koçber dê ji bo standina alîkariyeke tenduristiyê ya baştir li kampên birêxistinkirî bên bicihkirin.

Der barê mekanîzma veguhastinê ji kampên bêserûber de, gerînendeyê Nivîsgeha Kampan a Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Bekir ji ajansa me re got: "Di serî de em bi koçberên kampan re civiyan û me sedema veguhastina ji van kampan ber bi kampên birêxistinkirî ve ji wan re şirove kir."

Bekir destnîşan kir ku veguhastina koçberan ber bi kampên birêxistinkirî dê li ser çend qonaxan be û ne yekser be û got: "Sedema vê yekê jî ew e ku tu şaştî çênebin û dê li gor derfetên kampên sereke malbat tê de bên bicihkirin."

Bekir wiha lê zêde kir: "Koçberên kampên Til Bêa, Herqele, Rebîa, Yarub, Mezyûne, Xeyale û Sehlet El Benat dê ji bo kampa birêxistinkirî ya Ednaniyê bên veguhastin."

Meclisa Sivîl a Reqayê destpêka îsal kampa Ednaniyê ava kir, rûbera wê 650 donim e, 3 hezar malbat hiltê û di kampê de torên kanalîzasyom û yên ava vexwarinê hatine amadekirin.

Bekir da zanîn ku navîna Îlonê 300 malbat ji kampa Sehlet El Benat hatine veguhastin û li kampa Ednaniye hatine bicihkirin.

Komîteya Karûbarên Civakî meha borî 25 malbat ji kampa Hikûmiyê veguhast kampa Ednaniyê. Ew koçber ji Lubnanê hatibûn derxistin û berê xwe dabûn herêmên Rêveberiya Xweser.

(mh/şx)

ANHA