​​​​​​​Meclisa Olî teqezî bi girîngiya hevgirtinê kir

Meclisa Olî ya Herêma Firatê got bûyerên li Dêrazorê, planeke xetere ye ku gelek hêzan xwest aramiya li herêmê têk bibin. Meclisê bang li pêkhateyan kir ku xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derkevin û bi ruhî, komî destkeftiyan biparêzin. 

​​​​​​​Meclisa Olî teqezî bi girîngiya hevgirtinê kir
28 îlon, 2023   00:45

Hevserokê Meclisa Olî ya Herêma Firatê Ebdurehman Şewket der barê bûyerên li Dêrazorê rû dane de, ji ajansa me re wiha axivî: "Bûyerên li Dêrazorê çêbûne, planeke metirsîdar e ku gelek hêzan di serî de dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, xwestin fitneyê di nava xelkê herêmê de derxin. Ji bo wê komên çekdar derbasî wir kirin da ku şerê QSD`ê bikin. Ji ber wê li ser pêla êlî lîstin."

Şewket wiha lê zêde kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her kes bi aramî û bi hev re dijî. Hemû pêkhateyên herêmê ji bo parastina xak û destkeftiyên xwe bûn yek. Dijmin û dagirker ji hevgirtina pêkahteyan ditirsin. Ji ber wê fikrên xwe yên bi cehrî li herêmê belav dike ji bo ku pirsigrêkê di nava gel de derkeve.”

Her wiha Şewket got: “Kesên îdia dikirin ew êl in, dema DAIŞ`ê ew herêm wêran dikirin û xelkê êlên herêmê serjê dikirin, li ku derê bûn? Dema şerê wan li dijî xelkê herêmê bi bin ket berê xwe dan rêbazeke din û li ser pêla olan lîstin, ji bo ku armancên xwe pêk bînin.”

Şewket destnîşan kir ku xwîna Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Turkmenan li ser vê xakê bû yek û kes nikare vê têkiliyê qut bike.

Şewket bang li şêniyên herêmê kir ku li hember planên dijmin tedbîr bigirin û guh nedin fîtne û siloganên xapînok ên aliyên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin.

Şewket di dawiya axaftina xwe de got: "Divê her kes vê plana li dijî herêmê nas bike. Dijmin, naxwazin em di nava aştiyê de bin. Lê belê dixwazin herêm parçekirî bimîne û xelkê wê lawaz be, şerê hev bikin ji bo ku herêmê bi hêsanî kotrol bike.”

(mh/şx)

ANHA