Netanyahu: Lihevkirina bi Siûdî re dê heta çend mehan an jî çend salan pêk bê

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku ji bo gihandina ber bi lihevkirina aştiyê bi Erebistana Siûdî re şanseke heye, yan dê çend mehên bê çêbe yan jî dê heta çend salên din dereng bimîne.

Netanyahu: Lihevkirina bi Siûdî re dê heta çend mehan an jî çend salan pêk bê
23 îlon, 2023   08:38

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji kanala Fox News a Amerîkî re daxuyand ku ji bo gihandina ber bi lihevkirina aştiyê bi Erebistana Siûdî re şansek heye, yan dê çend mehên bê pêk bê yan jî dê heta çend salên din were paşxistin.

Netanyahu got ew rojane ji aştiyê ve nêz dibin û di mehên bê de şansa vê yekê heye. Netanyahu anî ziman ku ger wê yekê nekin, dê heta çend salên din were paşxistin. Dema 3 serok û 3 dewletên (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Erebistana Siûdî û Îsraîlê) li benda vê encamê bin, wê demê şansê serkeftinê zêde dibe.

Netanyahu li gotina xwe zêde kir ku divê filistînî jî parçeyek ji vê lihevkirinê bin û dê sûdê ji vê yekê wergirin.

Dema ji Netanyahu li ser nakokiyên di hikumetê de li pêş lihevkirina bi Siûdî re, Netanyahu got ew li pêş ewlehiya Îsraîlê nabe xeterî û dê hemû beşdarî çi lihevkirineke pêşerojê hebe, bin.

(fr)