Pevçûnên li Hesekê didomin

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û endamên Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê de pevçûn dewam dikin, li kêleka wê jî dan û standinên her du aliyan hene.

Pevçûnên li Hesekê didomin
22 îlon, 2023   11:04

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, çavkaniyekî got hêzên hikumeta Şamê nikarin bikevin mala Ebdulqadir Hemo yê serê Dîfa El Wetenî. Ji ber ku li mala wî teqemenî hatine bicihirin. Hêzên hikumeta Şamê jî hewl didin wî bigirin, da ku dosyayên di destê wî de yên girêdayî bazirganiya hişbirê û gendeliyê bi dest bixin.

Heman çavkanî diyar kir ku îhtîmal e rewşa li Hesekê bi rojan dewam bike û armanca gulereşandina ketober a li avahiyên derdora çargoşeya ewlehiyê, ji bo çêkirina aloziyê û tirsandina şêniyên bajêr e.

Vê sibehê ji ber guleyeke ji çargoşeya ewlehiyê hatiye avêtin, zarokek 9 salî birîndar bû û duh jî zarokek 2 salî hatibû qetilkirin.

(fr)

ANHA