Nesireddîn Îbrahîm: Vîna gelê me bi hovîtiya êrişkaran têk naçe

Nesireddîn Îbrahîm şehîdxistina nûnerê KNK`ê wek kiryareke `terorîst` bi nav kir û diyar kir ku planek li dijî gelê Kurd û şoreşa Kurdistanê heye û got “Em mil bi mil bi xebatên azadîxwazan re ne.”

Nesireddîn Îbrahîm: Vîna gelê me bi hovîtiya êrişkaran têk naçe
20 îlon, 2023   00:41

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El Partî) Nesireddîn Îbrahîm ji ajansa me re axivî û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan dewam dikin û Kurd li kîjan deverê rêveberiyekê deynin, ew dibêjin dê birûxînin û got: “Vîna gelê me bi hovîtiya wan nayê şikandin.”

Nesireddîn Îbrahîm bal kişand ser şehîdxistina nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yê li Başûrê Kurdistanê Deniz Cevdet Bulbun û got: “Şehîdxistina hevalê Deniz karekî terorîstan e, delîl e ku hikumeta AKP`ê terora birêxistinkirî ya dewletê dimeşîne. Êrişên ku li dijî hevalên me yê pêşeng ên YPJ`ê li Minbicê û li Qamişloyê, bi vê yekê şerekî bêhempa li hember gelê me û şoreşa neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê tê kirin. Em mil bi mil bi xebatên azadîxwazan re ne, em piştgiriya wan dikin.”

Îbrahîm da zanîn ku ew wek partî vê “êrişa terrorist” şermezar dikin û divê di vê pêvajoyê de kongreya neteweyî ya Kurdistanê pêk bê û wiha pê de çû: “Planeke mezin li dijî Kurdan heye, ew dizanin di vê serdema nû de Kurd ber bi azadî û serxwebûna xwe ve diçin.”

ANHA