′Hevkariya bi dagirkeran re xiyanet e ne dîplomasî ye′

Şêniyên herêma Cizîrê hevkariya PDK'ê û ENKS'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, hevkariya bi dagirkeran re xiyanet e ne dîplomasî ye.

′Hevkariya bi dagirkeran re xiyanet e ne dîplomasî ye′
16 îlon, 2023   02:34
QAMIŞLO – EBAS XELEF

Bertekên gel ên li hember hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya ENKS'ê ya bi dewleta Tirk re li deverên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dibin.

Roja Çarşemê 13′ê Îlonê çekdarên PDK'ê nêzî 200 wesayîtên ku tê de gelek cûreyên çekên giran weke doçka, top û her wiha tank û panzer ji Deşta Heyatê  û Deşta Herîrê ber bi navçeya Sîdekan a herêma Biradostê ve veguhestin. Çekdarên PDK′ê roja din saet di 04:30′an ê berbanga sibehê de li qada Goşîn a Biradostê êrişên gerîlayan kir. Gerîlayan bersiva êrişan da û alozî derket.

Welatiyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hevkariya PDK û ENKS'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta wan a li gelê Kurd şermezar kir. Welatiyan destnîşan kir ku kiryarên wiha ne hêjayî gelê Kurd e ku bi hezaran şehîd ji bo doza xwe daye.

Welatiya bi navê Asya Mihemed got: “Tu kes ne li dijî têkiliyên dîplomatîk e, lê belê em hemû li dijî sîxurtî û xiyanetê ne. PDK’ê hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, ENKS’ê jî dagirkeriya Tirkiyeyê rewa dike. Ev ne dîplomasî ye, ev xiyanet e.”

Asya Mihemed anî ziman ku dijminên doza Kurd tevî nakokiyên xwe, lê li hemberî Kurdan li hev dikin û hinek Kurd tevkariyê bi dagirkeran re dike. Asya got: ′′Em ji van re dibêjin hûn ne Kurd in û em we di nav xwe de qebûl nakin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Xelîl destnîşan kir ku kiryarên PDK û ENKS'ê cihê şermezariyê ne û got: "Em ji wan re dibêjin rûniştina bi dagirkeran re û tevkariya bi wan re xiyanet e. Em ji wan re dibêjin li xwe vegerin ji ber ku gelê Kurd doza xwe nafiroşe  û hevkariya bi dagirker re şerm e."

Welatiya bi navê Munteha Mehmûd jî got : "Gelê Kurd dikare bi tevahî pêkhateyan re li gorî fikrê biratiya gelan bijî, lê li hember wê aliyên Kurd hene xwe difiroşin dijmin, ev ne bira ne, ji ber ku eger Kurd bana bi dagirkeran re nedibûn tevkar.′′

Munteha Mehmûd anî ziman ku gerîla hêza yekane ye ku gelê Kurd û doza wî diparêze.

(mh)

ANHA