Rûspiyên êla Tay piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da

Rûspiyên êla Tay destnîşan kirin ku ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya yekitiya pêkhateyan pêk hatiye û li hember planên li dijî herêmê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da.

Rûspiyên êla Tay piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da
3 îlon, 2023   23:35
HESEKÊ – SÎBELCAN SELMAN

Di 27'ê Tebaxa borî de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" li dijî şaneyên DAIŞ'ê û bazirganên madeyên hişbir dest pê kir. Di vê çarçoveyê de jî rûspiyên eşîrên ereb piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da û destnîşan kir ku ew ê li hember fîtne û planên têkbirina ewlehiya herêmê, bisekinin.

Girêdayî vê mijarê, rûspiyê êla Tay, Hesen Ferhan Ebdurehman diyar kir ku ji bo bidawîkirina fîtneya ku komên çekdar derxistiye, berpirsiyarî ya hemûyan.

Ebdurehman wiha  lê zêde kir: "Ev kom navên eşîran bi kar tînin û li ser çapemenî û medyaya dîjîtal jî propagandayeke wiha belav dikin ku QSD'ê şerê eşîran dike. Armanca wan peydakirina fîtneyeke mezin e, ev jî îdia nerast in û em tu carî wan qebûl nakin."

Ebdurehman diyar kir ku li Sûriyeyê kurd bê ereb û ereb bê kurd nabin û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd, ereb, suryan û aşûr bi hev re bê ku cudahî bikeve navbera wan, dijîn."

Ebdurehman ev li gotinên xwe zêde kir: "Ewlehî û aramiya herêmê bi saya yekitiya kurd, ereb û suryanan e. Em li gor projeya biratiya gelan diçin û em ê vê yekitiya xwe jî biparêzin û rê nedin tu êrişan."

Her wiha, rûspiyekî din ê êla Tay, Newaf Ferhan El Taî got: "Tiştê ku îro hin kom li Dêrazorê dikin bi armanca peydakirina fîtneyê ye, da ku ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên têkbirin."

El Taî destnîşan kir ku eşîrên ereb û kurd tev li dijî fîtneyê ne û got: "Em ê tev li pişta QSD'ê bin û li hember dijminên xak û gelê xwe bisekinin."

(mh/şx)

ANHA