Hemwextî operasyona QSD`ê êrişî 6 bajaran kirin- HATE NÛKIRIN

Di nav 9 rojên operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de dagirkeran 28 gundên girêdayî Eyn Îsa, Til Temir, Qamişlo, Şehpa, Minbic û Girê Spî topbaran û bombebaran kirine.

Hemwextî operasyona QSD`ê êrişî 6 bajaran kirin- HATE NÛKIRIN
4 îlon, 2023   02:06
NAVENDA NÛÇEYAN / CÎHAN BÎLGÎN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û tora madeyên hişbir di 27`ê Tebaxê li herêma Dêrazor û rojhilatê Firatê operasyona bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” da di saet 20.00`an de destpêkirin. Ji destpêkirina operasyona 3 saet şûnde dewleta Tirk êrişên nû yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkir. Di encama êrişan de ji heman malbatê 4 zarok û jinek şehîd ketin.

Bîlançoya 9 rojan a êrişên dagirkeriyê;

* Dewleta Tirk a dagirker destpêkirina operasyonê 3 saet şûnde gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

* Di 28`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker gundê El Şêx Elî yê bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

* Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker di 29`ê Tebaxê de gundê Merenaz ê girêdayî navçeya Şerayê ya Efrînê bombebaran kir.

* Artêşa Tirk a dagirker di 30`ê Tebaxê de gundê Dirdara yê li bakurê navçeya Til Temirê topbaran kir.

* Di 31`ê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker gundê Dirdara yê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

* Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 1`ê Îlonê de gundên bakur û rojavayê Minbicê Ewn Dadat, Muhsenlî, Ereb Hesen, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê êriş kirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrişan têk birin. Di encama êrişan de ji heman malbatê 4 zarokên bi navê; Amir Xalid El Ferc (15), Amir Fehed El Ferec (10), Malik Fehed El Ferec (18), Zeyneb Mihemed El Ferec (14) şehîd ketin. Li gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê jî welatiyê bin navê Bozan Hisên (40) birîndar bû.

* Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên girêdayî wê 2`ê Îlonê de êrişî gundê Gozeliyê yê li hember rêya M4 û gundewarê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

* 2 Îlonê de artêşa Tirk a dagirker gundên bakur rojhilat û bakur rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir. Li gundên Til Refîi (li bakur rojhilatê Minbicê), Dendeniyê (li bakur rojavayê Minbicê) ji ber topbaranê hejmareke welatî birîndar bûne.

* 2`ê Îlonê de, balafirek firokevan a dewleta Tirk a dagirker saet derdora 16.30’an de li ser rêya giştî ya di navbera Girkê Legê û Dêrikê de li nêzî çerxerêya gundê Dugirka yê seyareyek bombebaran kir.

* Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di 2`ê Îlonê gundê El Huriye yê rojavayê kantona Girê Spî topbaran kir.

* Dewleta Tirk a dagirker 2`ê Îlonê gundê Şêx Îs yê kantona Şehbayê topbaran kir.

* Di saetên dereng yên 2`ê Îlonê de çetetê dewleta Tirk a dagirekr êrişî gundên Minbicê kirin. Di encama êrişan de çeteyan bi ser mala welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah a li Mezraya Mehmûd de girtiye, bi kêrê êrişî jina bi navê Fatme El Hac Mihemed El Xilêf (70) kiriye. Di encamê de jina 70 sali hate qetilkirin û hevjîna kurê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah giran birîndar bûye. Her wiha 2 birayên malbatê; El Hac Ebdullah û birayê wî Ehmed revandine.

* 3`ê Îlonê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, bi bejahî êrîşî gundên Tawila, Til Tewil û Xemsîn ên girêdayî Til Temir kirin. Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiv da û pevçûn derketin.

*Di 3`ê Îlonê saet 06:40’an de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ji bejahî ve êrişî gundê Sigêro yê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û rojavayê gundê Tirwaziyê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bersiva êrişê dan û şerekî dijwar derket. Di encama şer de çeteyek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû. Çeteyan di heman demê de noqteyeke hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3`ê Îlonê de êrişî gundê Tawîla, Til Tewîl, Gozeliyê û Xemsîn kir. Di encama bersivdayînê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Heman demê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de bi kêmanî 5 leşkerên Şamê hatine kuştin. Di encama bersivdayîna êrişan de zêdetirî 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

* 3`ê Îlonê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Sigêro, Xirbet El Buweyda û Fatsa yên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku li rojhilatê Eyn Îsayê 7 çete hatine kuştin û 7 din birîndar bûne.

* 3` ê Îlonê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Bobê yê bajarokê Zirganê kir. Di encama bersivdayînê de 2 çete hatin kuştin.

* Dewleta Tirk a dagirker 3`ê Îlonê êrişî gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.

* Artêşa Tirk a dagirker îro (4 Îlon 2023) di saet derdora 01:20′an de gundewarên rojhilat û rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

ANHA