​​​​​​​Rojeva navenda nûçeyan a 4-9-2023

​​​​​​​Rojeva navenda nûçeyan a 4-9-2023
3 îlon, 2023   23:00

Rûspiyên êla Tay destnîşan kirin ku ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya yekitiya pêkhateyan pêk hatiye û li hember planên li dijî herêmê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hana got armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li eniyên şer, derxistina tevliheviyê hemwextî lidarxistina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ye. Her wiha diyar kir ku hêzên wan li hember tevahî êrişan amade ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kesê ji êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker rizgar bûye, spartiya Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin û got: "Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kurê min rizgar kir, birîna wî pêçandin, me birin cihekî ewle." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di nav 9 rojên operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de dagirkeran 24 gundên girêdayî Eyn Îsa, Til Temir, Qamişlo, Şehpa, Minbic û Girê Spî topbaran û bombebaran kirine. (BI WÊNE)

Têkildairî qetilkirina 2 xwîşkên li Tirbesipiyê, derbarê 7 kesên ku 5 ji wan hatine girtin de doz hat vekirin. (BI WÊNE)

Çav li Soçiyê ye ku serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan dê bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive. Piştî ewqas nakokî û pirsgirêkên li ser gelek dozan bi taybet lihevkirina dan, hewldana Erdogan ku bi rojava re normalîze bike, ji ber vê ev civîn girîng e. Ev hewldanên Erdogan û nakokî bandor li gelek dozên hevbeş ên her du aliyan kir nemaze dosyaya Sûriyeyê. Ji ber wê, hat texmînkirin ku dawiya vê civînê, bazareke din heye. (BI WÊNE)

Li kantona Şehbayê li gel doprêça tengav, madeyên bingehîn peyda nabin û bihabûneke zêde çêbûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed El Herwe (Dilxwaz) li goristana şehîdan a navçeyê oxir dikin, saet di 09:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî didin malbata şehîd Ebdulselam Mihemed li gundê Sehel saet di 10:00'an de , şêniyên Qamişlo sersaxî didin malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ehmed Yakûb. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Ermenî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya QSD'ê re nîşan dide, li navenda meclisê ya Hesekê saet di 10:00'an de .(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Êzîdiyan paneleke diyalogê der barê koka ola Êzîdî û wateya wê li dar dixe, li hola civînan a kampa Serdem a kantona Şehbayê saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)