​​​​​​​Bi dîmen bajarokê Bisêra piştî paqijkirina ji çeteyan

QSD`ê bajarokê Bisêra bi temamî ji şaneyên DAIŞ`ê û çeteyan paqij kir ku dîmeneke ajansa me ya vê êvarê di nav bajarokê de kişandiye, diyar dike.

​​​​​​​Bi dîmen bajarokê Bisêra piştî paqijkirina ji çeteyan
3 îlon, 2023   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî şerê wê bi DAIŞ`ê û çeteyên Newaf El Beşîr re, bajarokê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê ji wan paqij kir. Vê sibê jî xebatên berfireh ên lêgerînê di nava bajarokê de li dar xistin.

QSD`ê bangewaziya xelkê bajarokê bersivand ku wan ji sûcdaran û çeteyan xilas bikin.

QSD`ê duh bi daxuyaniyekê bersiv dabû banga xelkê bajarokê û di daxuyaniya xwe de gotibû: “Me bangên we wergirtin ku hêzên me we ji komên çeteyan xilas bikin. Ev komên ku di çend rojên dawîn de, tevlihevî li herêmê derxist, saziyên xizmetguzariyê yên weke av û şaredariyan talan kirin, darbe li ewlehiya herêmê da.”

Piştî bidawîbûna xebatên lêgerînê, ajansa me di nava kolanên bajarokê de geriya û bi dîmen rewşa dawî ya bajarokê kişand.

(şx)