Di êrişên li ser Til Temirê de bi kêmanî 5 leşkerên Şamê hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên leşkerên hikumeta Şamê yên li navçeya Til Temirê  kirin hedef. Di encamê de bi kêmanî 5 leşkerên Şamê hatine kuştin.

Di êrişên li ser Til Temirê de bi kêmanî 5 leşkerên Şamê hatin kuştin
3 îlon, 2023   10:30
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên Til Temirê didomînin. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişan dide û şer qewîmiye.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji qadê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de bi kêmanî 5 leşkerên Şamê hatine kuştin.

Hêzên Rûsyayê ji bo rakirina kuştî û birîndaran çûne qadên pevçûnan.

(bb)

ANHA