Pêşniyarên siyasetmedaran ji bo xwepêşandêrên li herêmên cuda yên Sûriyeyê

Hin siyasetmedarên sûriyeyî, pêşniyar kirin ku modela Rêveberiya Xweser li seranserî Sûriyeyê pêk were.

Pêşniyarên siyasetmedaran ji bo xwepêşandêrên li herêmên cuda yên Sûriyeyê
3 îlon, 2023   00:45
MINBIC

Piştî 12 salan, lê hîna gelê Sûriyeyê êş û zehmetî ji ber zihniyeta desthilatdarî ya berdewam a hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dikişîne. Xwepêşandanên dawîn li herêmên di bin kontrola her du aliyan de, diyar dike ku gel di redkirina vê zihniyetê de berdewam e ku şerê projeya xilasiyê dike.

Siyasetmedar û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulqadir El Hisên têkildarî mijarê got: “Paşdeçûna rewşa aborî, daketina rewşa jiyanî li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, tunebûna projeyeke siyasî ku hêviyên gelê pêk bîne, pirsgirêkên hundirîn ên gelek, birçîbûn, bihabûn, nebûna ewlehiyê, ev tev bû fetîl ku li herêmên hikumeta Şamê de serhildan dest pê bike. Li Siwêda û gundewarên wê, gel banga hilweşandina rejînê û siyasetên wê yên çewisandinê û başkirina rewşa jiyanî dike.”

El Hisên wiha domand: “El Esed ji cîhanê û Komkara Erebî re xuya kir ku ew ne xwedî biryara û nikare tu biryarekê ji bo çareseriya siyasî bigire. Ji ber wê alozî li herêmên di bin kontrola wî de girêk bû. Piştî 12 salan, êdî diyar bû ku opozîsyon, çeteyên Tirkiyeyê ne, tu projeyeke siyasî ya neteweyî li ba wan nîn e. Tenê dixwazin rejîm ji desthilatê dûr bixin û ew li şûnê rûnin.”

Her wiha El Hisên diyar kir ku beyî projeyeke siyasî li gor biryarên NY`yê, hilweşandina rejîmê, ne pêkan e.

El Hisên destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê beyî Rêveberiya Xweser nikare hêviyên xwe pêk bîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ew modela herî guncew ji bo xelkê Siwêdayê ye. JI ber ku rêveberiyê îsbat kir ku gel dikar xwe bi xwe, xwe birêve bibe. Her wiha rêveberî, li ser asta dûr xwedî stratejiyeke diyar e û mafên tevahî sûriyeyiyan nas dike.”

Siyasetmedar û hevseroka Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Minbicê Rîm Derwîş jî got xwepêşdanên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê û yên Tirkiyeyê dagir kirine de siyasî ne û dûrî propagandaya ku tê kirin ku sedemên wî aborî û jiyanî ne.”

Der barê sedemên lidarketina xwepêşandanan li herêmên hikumeta Şamê de Rîm got: “Hikumeta Şamê, rêgez û siyasetên xwe neguhertin. Tu projeyeke siyasî ya diyar ji bo çareserkirina aloziyê li ba wê nîne. Hîna zulm û zordestiyê bi kar tîne, mafan binpê dike. Tenê ji bo ku desthilata xwe biparêze. Ew xizmeta xwe, desthilatê û sermyanê dikin.”

Girêdayî sedemên lidarketina xwepêşandanan li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê jî Rîm got: “Opozîsyon jî, yên li bakurê Sûriyeyê diçewsîne. Mafên wan binpê dike. Demografiya wan herêman diguhere. Ji bo pêşeroja Sûriyeyê tu nêrînek li ba wê nîne. Nikare, projeyeke sûriyeyî pêk bîne ku xizmeta welêt bike. Armancên wê tenê, desthilatî û madî ne ku xizmeta çend kesan û ajandeyên derve dikin.”

Rîm balkişand ser çareseriya aloziya Sûriyeyê û got: “Ne tenê bi hilweşandina rejîmê û têkbirina saziyên wê yên ewlehiyê, alozî çareser dibe lê belê, çareserî di guhertina zihniyeta desthilat de nixumandî ye. Ji bo têkbirina wê hişmendiyê, divê gelê Sûriyeyê xwedî projeyeke siyasî ya diyar be ku xizmeta hêviyên wî dike.”

Rîm di dawiyê de wiha axivî: “Tenê bi rêya pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li seranserî herêmên hikumeta Şamê û yên dagirkirî, dê gel bikare Sûriyeyê ji nû ve ava bike, ji desthilata hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk xilas bibe.”

(şx)

ANHA