`Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê me têkoşînê mezin bikin`

Kongra Star a Dêrikê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, civînek li dar xist. Di civînê de beşdaran teqezî bi mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dan.

`Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê me têkoşînê mezin bikin`
2 îlon, 2023   14:01
QAMIŞLO

Kongra Star a Dêrikê civîn li navenda xwe ya li Dêrikê li dar xist. Di civînê de bi dehan jin, nûnerên saziyên sivîl, komîteya parêzeran a herêma Cizîrê û endamên kongrayê hazir bûn.

Parêzer Xufran Xelef civîn bi rêve bir û berdewamkirina tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Xufran diyar kir ku perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan rûyê rastîn ê siyasetên li dijî gelên bindest aşkera kirin.

Di dawiyê de Xufran bang li jinan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşînê mezin bikin û got: “Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, yek ji xebatên jinan ên bingehîn e. Ji ber ku wî bi rêya felsefe û ramana xwe, her tim banga azadiya jinan kir û ji bo wê kar û xebat kir.”

(şx)

ANHA