​​​​​​​Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya Tirk

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan  û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê hatin kirin.

​​​​​​​Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya Tirk
​​​​​​​Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya Tirk
​​​​​​​Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya Tirk
​​​​​​​Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya Tirk
31 tebax 2023   08:40
ŞEHBA

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dikeve 1′ê Îlonê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Şaxa Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên Yekitiya Parêzeran û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kampa Serdemê  ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê hat xwendin.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla hevserokê Yekitiya Parêzerên Efrîn û Şehbayê Cibraîl Mistefa ve hate xwedin.

Cibraîl  Mistefa diyar kir ku ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê Cebraîl divê tevahî gel bi aştî bijîn û got: " Divê gelê me di nava ewlehî û demokrasiyê de bijî, ji ber ku pêdiviya me îro zêdetir bi aştiyê heye.′′

 Mistefa anî ziman ku aştiya cîhanî ji bo bidestxistina ewlekarî, aramî, aştiya cîhanê û mafê xweser ê tevahî gelan e û got: ′′Em bang li rêxistinên Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî dewleta Tirk gavên cidî biavêjin, bila dewleta Tirk welatiyan tehdîd neke û êrişên xwe yên li ser  gelê Sûriyeyê bi dawî bike. Divê tevahî herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din bên rizgarkirin."

HELEB

Bi haman armancê Dayikên Aştiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan  kom bûn û daxuyaniyek da. Endama rêveber a meclisê Cumana Hemîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de banga serbestberdana tevahî girtiyên siyasî hate kirin, her wiha banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin. Hate gotin, Rêber Abdullah Ocalan xwedî projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e.

MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê jî bi beşdariya endamên meclisê, malbatên şehîdan, endamên meclisên sivîl û komîteyan û nûnerên jin ên partiyên siyasî daxuyanî da.

Endama rêveber a meclisê Riwêde Hinêzil daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ′′ Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo bidawîkirina şer û aloziyan hatiye ragihandin, lê nikarî stûnên aştî û îstîqrarê pêk bianiya, sedema vê yekê  jî ew e ku dewletên mêtinger û modernîteya kapîtalîstê qebûl nakin ku li ser hesabê wan û berjewendiyên wê aştî pêk were.′′

Di daxuyaniyê de îşaret bi dualîteya pîvanên rejîmên hegemon a têkildarî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate domandin: "Ji zêdetirî 40 salî ve Rêber Abdullah Ocalan ji cîhanê re got ew dixwaze aştî pêk were. Rêber Abdullah Ocalan bi hemû hêza xwe hewl dide aştî pêk were, gelê xwe, nasnameya xwe û dîroka xwe biparêze, lê di komployên cîhahê ya krêt re derbas bû, xwestin projeya wî ya demokratîk têk bibin û nameya wî reş bikin. Hêzên komploger ji bo astengkirina têkoşîna wî ya mirovî Rêber Abdullah Ocalan dîl girt û heta niha di girtîgeha gireva Îmraliyê de ye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 24 salan ve dewletên komploger sûcên krêt li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin û ev bang hat kirin: "Divê aştiyeke mayînde ya ku Rêber Ocalan dixwaze an ku aştiya ku dawî li rijandina xwîna tîne û maf û azadiyan mîsoger dike û avakirina civakeke demokratîk pêk tîne, belav bibe. Gava yekemîn a pêkanîna aştiyeke rasteqîn bi rakirina tecrîda li ser Rêbertî dest pê dike. Divê hêzên navneteweyî erkên xwe yên pêkanîna aştiyê bi cih bînin û dawî li zêdegaviyên dewleta Tirk bînin."

Di dawiyê de hate gotin, "Bi vê wesîleyê em soz didin Rêberê xwe ku em jin, em ê rola xwe bilîzin û bi hemû enerjiyên xwe aştiyê pêk bînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0D3bHyee8ew?si=ak6OULzL_s0-41v3" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d4x4uBAer9s?si=FlHHjW6YYv0VQnZW" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>