​​​​​​​HPG'ê 2 şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anîn

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên ku sala 2021`an li Zapê şehîd bibûn, eşkere kirin. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hat gotin: "Hevrêyên me Andok û Destan weke pêşengên ciwanan û lehengên gel wê timî bêne bîranîn."

​​​​​​​HPG'ê 2 şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anîn
31 tebax 2023   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"3’yê Hezîrana sala 2021’ê li qada Cîloya Biçûk a girêdayê Zapê dijmin êrîş kir, hevrêyên me Andok û Destan bûn şehîd.

Hevrêyên me Andok û Destan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên sala 2021’ê yên li herêma Zapê bi fedaiyane li ber xwe da û derbeyên giran li dijmin xistin, wek mîlîtanên pêşeng ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt. Ewladê egîd ê Başûrê Kurdistanê, mîlîtanê fedaî yê Helebceya Şehîd hevrêyê me Andok û ewladê qehreman ê xelkê me yê Nisêbînê yê welatparêz hevrêyê me Destan bi wêrekiya xwe tirs xist dilê dijmin û sekineke ku ji bo hemû ciwanên Kurd bibe mînak nîşan da. Hevrê Andok û Destan ên wêrek, azadîxwaz û welathez ku ewladên gelê me yên bijare û fedaî ne, wek qehremanên gel û pêşengên ciwanan wê tim bi bîr bên.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Andok û Destan, em sersaxiyê ji bo hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê dixwazin, em cardin soz didin ku em ê bibîranînên şehîdên xwe di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.

Nasnameyên hevrêyên me yên ku bûne şehîd, wiha ne:

Nasnav: Andok Axîn

Nav – Paşnav: Warzer Yasîn

Cihê jidayikbûnê: Helebce

Dê – Bav: Zuhre – Yasîn

Dîrok û cihê şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap

Nasnav: Destan Dêrsim

Nav – Paşnav: Mehmet Saît Acat

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dê – Bav: Kevser – Mehmet Nûrî

Dîrok û Cihê Şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap

ANDOK AXÎN

Xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ku gelek welatparêz e, zêdeyê sed salan e, ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe û berdêl dibe. Ji dewleta Osmaniyan a talanker, ta bi emperyalîzma Îngilizan û ta bi dewleta Iraqê ya ku vê paşê hat avakirin, kengî azadî û hebûn ketibin xeteriyê têkoşiyaye. Bi taybetî li dijî hemû êrîşên bi armanca qirkirina fîzîkî yên rejîma Sedam her li ber xwe daye. Bi êrîşên rejîma Sedamê faşîst ên bi ser Helebce û Enfalê de qetilkirina bi sedhezaran mirovên me, xelkê me yê Başûrê Kurdistanê yekcar li ber xwe daye û ji bo azadiya welatê xwe bêyî sekin û bi fedakariya bi her awayî têkoşiyaye.

Xelkê me yê hêja yê Başûr tevî xizanî, birçîbûn û sirgûnê her ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşiyaye û hin destkeftî bi dest xistine, giringî bi yekitiya neteweyî daye û li ser vî asasî li derên din ên Kurdistanê jî ji bo têkoşîna azadiyê bûye piştgir.

Malbata hêja ya Andok Axîn (Warzer Yasîn) jî malbateke welatparêz a ji Başûrê Kurdistanê ye. Bavê hevrêyê me Andok Mam Yasîn emrê xwe bi pêşmertiyê buhurandiye, ji bo azadiya gelê me her fedakarî kiriye û ji dayîna berdêlan xwe nedaye paş. Dayika hêja ya hevrêyê me Dayê Zohre jî ewladên bi exlaq û hişmendiya neteweyî mezin û amadeyê têkoşîna ji bo azadiyê kirine. Hevrêyê me Andok li Helebceya Şehîd çêbûye. Hêj ji piçûkahiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê nas kiriye. Tevlêbûna têkoşîna azadiyê ji malbatê bandor li ser hevrêyê me Andok kiriye. Hevrêyê me Andok ku serê pêşîn tev li xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bûye, bi demekê xebata hişmendiyê û birêxistinkirina ciwanên Başûrê Kurdistanê kiriye. Ku ev xebat kirine li ser xwe gelek sekiniye û tê gihîştiye ku esasê têkoşîna li Kurdistanê şerê îdeolojîk e. Dîtiye ku derdorên bi îdiaya azadiya Kurdistanê bi rê ketine piştî hin destkeftiyan şibiyane dijberên xwe. Ji wê boneyê fikiriye ku ya asas têkoşîna azadiyê ye ku bi feraseteke demokratîk û sosyalîst bê birêvebirin. Gelek giringî bi şoreşa hişmendiyê daye û ji xwe dest pê kiriye. Bi hişmendiya desthilatdarparêz re têkoşiyaye. Hevrêyê me Andok ku di van xebatan de gihîştiye heta bi astekê û di warê rêxistinî û îdeolojîk de gelek tecrûbe pê re çêbûye, xwe her tim kêm dîtiye û her ketiye wê hewilê ku zêdetir têbikoşe. Hevrê Andok ku fikiriye wê ev bi tevlêbûna nava refên gerîla pêkan be, sala 2017’an gihîştiye gerîla.

Di serdemekê de ku êrîşên herî dijwar hatine kirin, bi îdia û biryardariyeke zêde hevrê Andok gihîştiye gerîla û bûyê xwedanê sekineke li gor vê biryardariyê û ji rojên pêşîn ên jiyana xwe ya gerîlatiyê ve xwe daye ber rolê pêşengtiyê. Ji hûrguliya herî piçûk a jiyanê ta bi perwerdehiyê her tim li pêş bûye. Bi hestyarî, dîsîplîn û jîriya xwe ya pratîk, bi hevrêyên xwe re ku perwerde dîtiye bûye alîkar, bi saya kesayeta xwe ya gihîştî hemû hevrêyan rêz jê re girtiye. Bi zelaliya xwe ya îdeolojîk û girêdayîbûna bi Partiya me ve bi awayekê ji dil, ji xeynê perwerdehiyên jiyanî di perwerdehiyên leşkerî de jî encamên serkeftî bi dest xistin û xwe daye ber her erk û berpirsyariyê.

Piştî perwerdehiya şervanên nû, hevrêyê me sala 2018’an çûye herêma Zapê, pratîka xwe ya pêşîn li vê herêmê kiriye.  Ji ber gerîlayekê pratîkxwaz bûye li herêma Zapê tu zehmetî nekişandiye û tev lig elek xebatan bûye. Di çêkirina tûnêlên şer de ked û hewila wî gelek e, bi projeya vesazkirina gerîla ji dil û can bawer kiriye. Li ser projeya vesazkirina gerîla gelek sekiniye û bi rabûna bi erka xwe ya pêşengtiyê kiriye ku hevrêyên wî jî li projeya vesazkirina gerîla hûr bibin. Hevrêyê me li Zapê di gelek waran de bi erka xwe rabûye. Yekê jidil, nefspiçûk bûye û hez ji hevrêyên xwe kiriye. Ji lew ma hevrêyên wî rêz ji rê girtiye. Ji lêhûrbûnên wî yên sereke yek jî ew bûye ku li dijî pergala qirker a Tirk têkoşîna xwe geş bike û bibe bersiv li dijî êrîşên hatine kirin. Li ser vî asasî her xwestiye ku tev li çalakiyên li dijî dijmin bibe. Hevrêyê me ji wê boneyê xwe di warê leşkerî de kiriye yekê şareza. Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe zêde kirine, her roj qetlîam li gelê me kirine û tecrîda li ser Rêbertiya me mayînde kiriye; hêrsa hevrêyê me Andok rabûye. Li ser vî asasî li dijî artêşa Tirk a mêtinger ku bi armanca dagirkirina hatiye Zapê, her amadeyê lidarxistina çalakiyan bûye û kiriye ku derbeyên giran li dijmin bên xistin. Bi tecrûbeya ku bi van çalakiyan pê re çêbûye, hevrê Andok bi bûye fermandarekê pêşeng ê hêvîbexiş.

Dewleta Tirk a mêtinger, sala 2011’an gelek amadehî kirin û bi der û dorên xiyanetkar re bû hevkar û got qey wê bikare Herêmên Parastinê yên Medyayê zû bi zû bikare dagir bike. Ji wê boneyê berpêyî Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi êrîşên dorfereh kir. Hevrê Andok her tim bi awayekê amade li ber van êrîşên dagirkeriyê yên li Zapê têkoşiya. Bi taybetî di pevçûnên dijwar de li Ciloya Biçûk li pêşiya pêşîn şer kir. Bi şerê xwe yê fedaiyane li Qada Berxwedanê ya Cîloya Biçûk ji bo hemû hevrêyên xwe bû mîlîtanekê mînak. Ji xeynê tevlêbûna çalakiyên pêvajoya şer, di jiyanê de jî pêşengtî ji hevrêyên xwe re kir, bû hêz û moral ji bo hemû hevrêyên xwe.

Li dijî êrîşên dijmin bi hemû derfetên xwe kirin; bi hêza ku ji hevrêtiyê girt, bi girêdayîbûna xwe ya bi Rêbertiya me û şehîdan ve hevrê Andok ku bi awayekê fedaiyane şer kir, tevî hevrêyê me Destan Dersim di êrîşekê ku dijmin kir, bû şehîd û cihê xwe yê bi rûmet û şeref di dîroka azadiyê ya gelê me de girt.

DESTAN DERSIM

Nisêbîn, bi tevlêbûna têkoşîna me ya ji bo azadiya Kurdistanê bi awayekê çalak û bi hezaran şehîdên xwe bi tîpên zêrîn li navê xwe li dîrokê nivîsiye, wek bajarê serhildan û berxwedanê cihê xwe di şerê me yê bi rûmet de girt. Xelkê welatparêz ê vî bajarê me yê bijartî ku bi dehan caran dewleta Tirk a qirker û faşîst û artêşa wê ya dagirker têk birine, çanda berxwedan û sehildanê ji xwe re kiriye xet, gelek Egîd mezin kirine.

Hevrêyê me Destan ku ji vê kevneşopiya berxwedanê tê, li Nisêbînê ji malbateke welatparêz çêbûye, bi nirxên Kurd û Kurdistanî mezin bûye. Ne bi tenê ya malbatê, welatparêziya xelkê Nisêbînê, baweriya bi doza me ya azadiyê, di biteşebûna kesayeta hevrêyê me Destan de diyarker bûne. Bi destanên qehremaniya gerîla yên salên 90’î mezin bûye. Ji biçûkahiya xwe ve bûye şahidê qetlîam, zext û polîtîkayên bi faşîstî yên dewleta Tirk û ev qebûl nekirinê jê kîn girtiye û dest bi lêgerînê kiriye. Perçebûna welatê me, sînorê çêkirî ku sînorê Qamişlo-Nisêbînê mînakeke şênber e, tu car qebûl nekiriye.

Hevrêyê me hay ji rastiya gelê hebûye û li ser asasê lêgerînê xwe tev li xebatên ciwanên şoreşger bûye. Hevrêyê me Destan bi zanebûn tev li xebatan bûye û derfeta wî ya ku xwe di warê fikirî û pratîkî de bi pêş ve bibe çêbûye. Şehadeta fermandarê me yê mezin Akîf Bagok (Mehmet Şîrîn Cebe) bandor li ser hevrêyê me Destan kir û got ku hişmendiya ku divê heyfa wî bê hilanîn û çeka wî li erdê nemîne, pê re çêbû. Bi vê şehadetê tevlêbûna xwe ya xebatan yekcar zêde kir û rêgeha xwe diyar kir. Hevrêyê me Destan ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji nêz ve dişopand, şoreş û jiyana nû ku derket holê bi coş pêşwazî kir. Li dijî faşîzma DAÎŞ’ê ya berpêyî gelê me, wek bi hezaran ciwanên Bakurî xwe berpirs dît û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê gihîşt hêzên azadiyê yên Rojava. Cih di nav gelek pêngavan de girt û bi rolekê çalak rabû.

Bi ragihandina xweseriyê û berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya sala 2015’an, hevrêyê me Destan vê carê berê xwe da Nisêbînê ku lê çêbûye. Di vê berxwedana destanî ya li Nisêbînê bi awayekê çalak cihê xwe li herî pêş girt. Piştî Berxwedana Xweseriyê ya Nisêbînê, çû serê çiyayan û gihîşt gerîla. Hevrê Destan, têkoşîna xwe ku bi xebatên ciwanên şoreşger li dijî dagirkerî û qirkeriyê dest pê kir, bi birina serê çiyayên Kurdistanê tacîdar kir. Xebatan ciwanan û tecrûbeya xwe ya şer a li Nisêbînê û Rojava bi perwerdehiyên sereke qewîn kir û hînê şert û mercên li serê çiyayan bû.

Hevrê Destan ku bi hişmendiya azadiyê tev li nava refên me bû, bi gotin û kirinên xwe çespand ku mirov bi hatina qadên jiyana azad azad nabe; azadî bi xwe perwerdekirina bêyî sekin û bi berdewamî pêkan e. Hevrêyê me Destan ku di warê îdeolojîk û rêxistinî de hat heta astekê, ji bo bibe mîlîtanekê pêşeng û fedaî yê Rêber Apo gelek hewil da. Ji bo famkirina ji Rêber Apo û bercestekirina îdeolojiya wî tevlêbûna wî bi cehd û fedakarî bû. Bandora Têkoşîna Azadiya Jinan li ser hevrê Destan gelek bû. Di xeta azadiya jinan de xwe her da ber pirsan û da pey hevrêtiya rastîn bi hevrêyên jin re. Di hevrêtiyê de yekê jidil bû. Bi awayekê komunal-kolektîv tev li jiyanê bû.

Hevrêyê me Destan mîna çemekê gur têkoşîna xwe bi tempo û îstiqrar her geş kir. Ji bo bibe gerîlayekê şareza çû akademiyên leşkerî. Qîma xwe bi ya heyî neanî û ya heyî têr nedît. Tişt tim didan ber pirsan, lê dikola xwe bi pêş ve dibir. Bi awayekê serkeftî ji akademiyê der çû. Piştî perwerdehiyê derbasê herêma Zapê bû û bi azwerî û coş tev li pratîkê bû. Ji bo liyaqê Rêber Apo, heyfa şehîdên me hilîn û têkoşînê geş bike bi awayekê çalaktir tev li jiyanê bû. Keda hevrêyê me Destan di amadekirina tûnêlên şer de gelek e. Dewleta Tirk a mêtinger li êrîşên xwe yên îmha û qirkirinê ku ji sala 2015’an ve dest pê kir, sala 2021’ê bêyî navber dewam kir û xwest ku serê sala 2021’ê van êrîşên xwe bi êrîşa Garê bigihîne encamê. Artêşa Tirk ku xwest têkçûna xwe ya dîrokî ya bi pêşengtiya fermandarê me yê fedaî Şoreş Beytuşşebap vebişêre, heman salê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dîsa bi êrîşên dagirkirinê kir.

Hevrê Destan li dijî operasyona dagirkeriyê cihê xwe di eniya herî pêş de girt û tev li çalakiyên pêşîn ku derbe li dagirkeran hatin xistin bû. Hevrê Destan heta kêliya ku wê bibe şehîd jî bi daxwaza heyfhildanê bi ser dijmin de çû. Gerîlayên azadiyê ku fedaiyên Rêber Apo ne; bi îdeolojî û vîna Apoyî, rêbaz û taktîkeke nû, ji sala 2021’ê ta niha li dijî artêşa Tirk a dagirker ên bi bêexlaqî û nemerdî li ber xwe da û rûpelekê nû di dîroka Kurdistanê de vekir. Pêşengtiya nivîsîna vê dîrokê bi berxwedana bêhevta û sekina fedaiyane ya şehîdên me yên qehreman ên mîna hevrê Destan bû.  Bandora şehadeta hevrê Destan li ser me çiqas pir çêbûbe jî girêdayîbûna wî bi Rêber Apo û şehîdan ve, baweriya wî ya bi serkeftinê û têkoşeriya wî bû çira û ber me ronî kir da ku em heta niha bên."