Di şewata li Afrîkaya Başûr de zêdetirî 50 kesî jiyana xwe ji dest da
Desthilata xwecih a bajarê Johannesburgê yê Afrîkaya Başûr ragihand ku di encama şewatekê de zêdetirî 50 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî ajansa Reutersê, Şaredariya Johannesburgê got ku şeva din li taxa bazirganiya navendî ya li Johannesburgê de ku mezintirîn bajarên Afrîkaya Başûr, şewat derketiye û di encamê de zêdetirî 50 kesî jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 40 kesî jî birîndar bûne.
Demeke berê jî li avahiyeke 5 qatî ya li naverasta Johannesburgê şewateke mezin rû dabû û heta niha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
(fr/c)