8 roj e xelkê Siwêdayê li qadan e

Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê di roja xwe ya 8'an de dewam dikin. Jin bi xurtî beşdarî xwepêşandanan bûne.

8 roj e xelkê Siwêdayê li qadan e
27 tebax, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Siwêdayê xwepêşandanên bi banga hilweşandina rejîma Sûriyeyê di roja xwe ya 8'an de dewam dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şêniyên deverên Mecadil, Şehba, Merdik, Hewya û Erman beriya ku tev li xwepêşandana navendî ya li bajar bibin, çalakiyeke protesoyî li dar xist û rê hatin girtin.

Di heman demê de bi dehan ciwanan avahiya Partiya Baas û navendên hikumetê yên li bajarê Siwêdayê girtin û nehiştin karmend derbasî avahiyê bibin. Ciwanan dirûşmên azadiyê berz kirin.

Xwepêşandanên ku vê dawiyê li Siwêdayê têne lidarxistin, ji xwepêşdanên berê cuda ne, xelkên ji deverên cuda yên di bin serweriya hikumeta Şamê de piştgiriya xwe bi xwepêşdanan re nîşan da û nameyeke xurt da hikumeta Şamê ku gelê Sûriyeyê li hemberî zulmê yek e.

Di dîmenên ku hatine parvekirin de tevlêbûna xurt û çalak a jinan di xwepêşdanan de diyar dibe. Jin li hemberî kiriyar û zextên hikumeta Şamê helwesta xwe nîşan da û dirûşmên azadî, rûmetê û hilweşandina rejîmê berz dikin.

DIRÛŞMA "BERXWEDAN JIYAN E'

Xwepêşandanan dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û pankartên şermezarkirina dagirkeriya  deweleta Tirk a li Efrînê vekirin.

(bb)