“Ciwantî di navbera berpirsyariya malbatê û rola civakê de”

Weqfa Jinên Azad a Tebqayê panelek bi navnîşan "Ciwantî di navbera berpirsyariya malbatê û rola civakê de” li dar xist.

 “Ciwantî di navbera berpirsyariya malbatê û rola civakê de”
 “Ciwantî di navbera berpirsyariya malbatê û rola civakê de”
 “Ciwantî di navbera berpirsyariya malbatê û rola civakê de”
 “Ciwantî di navbera berpirsyariya malbatê û rola civakê de”
 “Ciwantî di navbera berpirsyariya malbatê û rola civakê de”
24 tebax, 2023   16:30
TEBQA

Panel li navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi beşdariya bi dehan jin û endamên saziyên sivîl li dar ket.

Di serî de Rêveberiya Weqfa Jinên Azad Ruqeye Zenglo 5 mijarên sereke yên panelê xwendin. Mijarên di panelê de hatin nîqaşkirin ev in; Rola malbat û civakê di hişyarkirina ciwanan de, sedemên zehmetiya danûstandina bi ciwanan re, pirsgirêkên li pêşiya wan derdikevin, tiştê ku divê malbat û civak bide ciwanan û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên wan çi ne.

Ruqeye wiha axivî: "Malbat roleke mezin dilîze û bandorê li ciwanan di aliyên derûnî û civakî de dike. Divê malbat baş bizanin ku keç û xortên wan di vê qonaxê de hewcedarên wan in. Ji ber ku ev qonaxa herî metirsîdar li ser ciwanan."

Ruqeye destnîşan kir ku divê malbat bi dilfirehî ji keç û xortên xwe nêzîk bibin û baweriyeke mezin bidin wan.

Ruqeye diyar kir ku ciwan xwedî derûniyeke tevlihev in ji ber wê jî hewl didin serbixwe bimînin.

Ruqeye wiha domand: "Pirsgirêkên li pêşiya malbatê yên li gel danûstandina bi ciwanan de bêrêziya li hember dêûbavan, bengiya amûrên elektronîk, hevalên nebaş, tevliheviya hestan, a xwarinê, ya cinsî, ya derûnî û tenêtî."

Ruqeye wiha lê zêde kir: "Divê ji bo ciwanan hezkirin, aramî û rêzî bên dayîn, her wiha divê ew di warê civakî de jî têkiliyên xwe pêş bixin û xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin û adet û kevneşopiya civakê û exlaqê biparêzin."

Ruqeye piştrast kir ku divê malbat pirsgirêkên keç û xortên xwe bi awayekî cidî guhdar bikin û hewl bibin ku çareser bikin û wan di hemû aliyên jiyanê de pêş bixin.

Di dawiya semînerê de beşdaran teqezî bi girîngiya lidarxistina mîna van panelan, eleqedariyeke ji vê bêtir nîşanî ciwanan bidin, dewreyên taybet ji wan re bên vekirin mîna hemşîretî û gelek pîşeyên din, malbatan teşwîq bikin ku zarokên xwe bişînin dibistanan û serdanên malbat û dibistanan zêde bikin.  

(mh/şx)

ANHA