Toreke jinan a belavkirina narkotîkê li Kantona Cizîrê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke jinan girt ku narkotîkê li Hesekê difroşe û belav dike.

Toreke jinan a belavkirina narkotîkê li Kantona Cizîrê hate girtin
22 tebax, 2023   17:18
HESEKÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku beşa têkoşîna li dijî narkotîkê toreke froşkarên narkotîkê girt ku ji 4 jinan pêk tê.

Navendê diyar kir ku ew jin li rêbendeke kontrolê hatine girtin û dema ew kontrol kirine bi wan re kefên heşîşê yên bi giraniya 5 hezar û 865 gram yanî bi qasî 29 kefan hatine dîtin.  

Navendş piştrast kir ku piştî lêpirsînê wan li xwe mikur hat ku ev made ya wan e, dûre ji bo tedbîrên pêwîst li dijî wan bên girtin ji Dozgeriya Giştî re hatin hatine.  

Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li Dijî Narkotîkê di belavokekê de bang li şêniyan kir ku dema tevgerên têkildarî narkotîkê dîtin, yekser agahiyê bidin navendên ewlekariyê.

(mh/şx)