Xwepêşdanên li dijî hikumeta Şamê manşetên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên îro de cih da xwepêşdanên gel ên li parêzgehên başûrê Sûriyeyê, sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî û tevgerên dewleta Tirk ên li Iraqê.

Xwepêşdanên li dijî hikumeta Şamê manşetên rojnameyên erebî ne
22 tebax, 2023   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser xwepêşdanên li parêzgehên Dera û Siwêdayê yên li dijî siyasetên hikumeta Şamê. Rojnameyê destnîşan kir ku xwepêşdanên li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê yên li dijî rewşa debarê ya xirab, di roja duyemîn de berfireh dibin, grevên giştî pêk hatin, hinek gund û bajarokên din ên parêzgehê tev li xwepêşdanên gel bûn. Her wiha ragihand ku girtina rê û dikanan dewan kir û saziyên hikumetê hatin girtin.

Di nivîsê de hate gotin oldarên durzî jî tev li xwepêşdanan li Qada Seyd a bajarê Siwêdayê bûn û hate ragihandin ku li Siwêdayê li zêdetirî 35 nuqteyan xwepêşdan hatin lidarxistin û li parêzgeha Derayê jî xwepêşdanan di roja xwe ya 4'an de dewam kirin.

‘DESTÊ EFSERÊN TIRK DI DIZIYA ŞÛNWARÊN SÛRIYEYÊ DE HEYE’

Rojnameya El Weten jî îşaret bi siyasetên efserên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî kir û got cara yekemîn e ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ji nişka ve piraniya efserên xwe yên li “herêma bêçek” bi taybetî Idlib û gundên derdora wê guhertin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên xwecih, sedama guhertina efserên Tirk spart vê yekê ku destê efseran di qaçaxçîtiya şûnwarên Sûriyeyê de heye û wiha hat domandin: "Efser şûnwarên Sûriyeyê direvînin Tirkiyeyê. Ji wê zêdetir efserên Tirk bi rêya dan û standinên bazirganî, wergirtina bertîl û diyariyan ji fermandarên komên çekdar, di warê aborî de bi bandor bûne.”

‘SERDANEKE ‘ÎSTÎXBARATÎ’ YA FÎDAN BO IRAQÊ’

Rojnameya El Ereb ku agahiyên xwe ji çavkaniyên fermî yên Iraqê digire, ragihand ku Bexda û Hewlêr amadekariya pêşwazîkirina wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan dikin da ku hinek dosyayan nîqaş bikin.

Li gorî rojnameyê, lihevkirinên ku Erdogan xwestiye, rê li ber vê serdanê girtiye û niha dixwaze bibîne ku wezîrê wî yê karên derve berî ku dest bi serdanê bike, çi bi dest dixe.

Rojnameyê diyar kir serdana Fîdan a li Hewlêrê îstîxbaratî ye û wiha hat domandin: "Wisa xuya ye ku Fîdan hîna bi wezîfeya xwe ya berê wekî serokê Dezgeha Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye, lê di heman demê de hewl dide vê pîvanê li siyaseta derve ya nû ya Tirkiyeyê zêde bike.”

(bb)