ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-8-2023
19 tebax, 2023   23:00

Simon Dubbins xuya kir ku tecrîd û êrişên li ser Rêber Abdullah Ocalan, li dijî Kurdan û hemû kesên ji bo demokrasî û aştiyê tê dikoşin, têne meşandin û got "Êriş parçeyekî stratejiya Erdogan in û armanca wan ew e ku bala raya giştî bidin aliyekî din. Ji bo guhertina vê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin  Rohlat Efrîn destnîşan kir ku şehîd Sosin Efrîn sembola têkoşîna azadiya jinan a di şoreşa 19'ê Tîrmehê de ye û şehîd Rênas Roj mînaka fermandarê rastîn ê parastina destkeftiyên şoreşê ye. Her wiha soz da ku tola şehîdan hilînin û armancên wan pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Navneteweyî ya Jinan Henen Osman parvekirina beşaran nêrînên xwe der barê mijarên di kongreyê de hatine pêşkêşkirin, bi erênî nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa hilweşîna aborî û debarê li herêmên hikumeta Şamê li ser paşxaneya bilindkirina bihayên madeyên bingehîn kir, li aliyekî din jî behsa vegerandina normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ve li çargoşeya destpêkê û nakaokiya li ava Kendavê kir. (BI WÊNE)

Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê amadekariya vekirina mezintirîn hola werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Reqayê yekemîn kargeha oksîjenê ku dê di saetê de 80 metrekab berhemd bide, tê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya ku li Minbicê hatiye lidarxistin, berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, cenazeyê şervanê Erka Xweparastin Xalid Xemîs Heşaş li goristana şehîdan oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek bi nav nîşan”Têkşîn çekdar ber bi bidawîkirina dagirkeriyê û spandina demokrasiyê” li hola Star Layit a herêma Şiqeyf li dar dixe saet di 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê têkildarî mekanîzmeya xwebirêxistinkirinê li cem jinan panelek li dar xist saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi pêşengiya pêkhateya ereb, têkildarî mijara koçberkirin û dagirkirinê li qada taxê hate lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê bi merasîmeke xiyabî şehîd Rênas Roj navçeya Tirpbespiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo Li ser ferzkirina xezîneya Amerîkî û cezayên li ser hinek aliyan û bertekên Enksê wê daxuyaniyekê li Serdem di saet 10:00`an de

bidin.(BI WÊNE Û DÎMEN)