Li Pakistanê li dijî taxa Xiristiyanan êriş

Li Pakistanê li dijî taxa Xiristiyanan êriş pêk hat, gelek dêr hatin şewitandin û goristanek jî hat xerabkirin. Polîsan zêdeyî 100 kes binçav kirin.

Li Pakistanê li dijî taxa Xiristiyanan êriş
17 tebax, 2023   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Çarşemê bi sedan kes êrişî taxa Jaranwala ya bajarê Faysalabad li eyaleta Pencabê kir. Di êrişê de gelek dêr hatin şewitandin û goristanek jî hate rûxandin.

Êriş piştî ku komeke fanatîkên olî malbateke Xiristiyan bi kufrê li dijî Quranê ku pirtûka pîroz a Îslamê ye tawanbar kir, dest pê kir.

Berdevkê rêveberiya Pencabê diyar kir ku zêdetirî 100 kes hatine binçavkirin û got li malbata ku tên sûcdarkirin digerin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku hat dayîn de wiha hat gotin: “Quran hat îmhakirin û hestên Mislimanan birîndar bûn. Ji bo girtina bersûcan biryara girtinê hat dayîn.”

Niştecihên Xiristiyan ên taxê gotin, pencere û derî hatine şikandin, sarinc, sof, kursî û kelûpelên din li seranserê dêrê hatine komkirin û şewitandin. Hat diyarkirin ku êrişkaran Încîl, pirtûka pîroz a Xiristiyanan jî şewitandine. Xaça li serê dêrê jî hate rakirin.

Hat ragihandin ku êrişkaran xisareke mezin dane malên Xiristiyanan. Di dîmenên ku li ser torên civakî hatin weşandin de hat bihîstin ku rayedarên Misliman bang li alîgirên xwe dikin ku tevî wan êriş bikin.

Dewletên Yekbûyî ji hikûmeta Pakistanê xwest ku lêkolînê li ser êrişan bike. Berdevkê Wezareta Karên Derve Vedant Patel roja Çarşemê got: "Ji ber vê bûyerê ku li Pakistanê bi îdiayê bêrêzî li hemberî Quranê hatiye kirin û bi hedefgirtina dêr û malên gel bi encam bûye, em gelek xemgîn bûne.”

Berdevk got, “Tundî û an ku gefa tundiya bi tu awayî nayê pejrandin.”

Berdevkê Amerîkayê got: "Em bang li rayedarên Pakistanê dikin ku li ser van îdiayan lêkolînek berfireh bikin û aramiyê pêk bînin. "

Wekîlê serokwezîrê nû yê Pakistanê Enwer-El Hak Kakar diyar kir ku, ew ji bûyeran aciz in û wiha got: "Li hemberî kesên ku qanûnan binpê dikin û kêmneteweyan dikin hedef dê tedbîrên tund bên girtin."