Rojnameyên erebî îro: Aramiyeke rûsî-amerîkayî li Sûriyeyê

​​​​​​​Rojnameyên erebî yên vê sibehê der barê rewşa Sûriyeyê, têkiliyên Tirkiye-Îxwan El Muslimîn û rewşa Nîjerê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî îro: Aramiyeke rûsî-amerîkayî li Sûriyeyê
12 tebax, 2023   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Erebiyê têkildarî rewşa Sûriyeyê diyar kir ku di du hefteyên dawîn de li qada hewayî ya Sûriyeyê di navbera Rûsya-Amerîkayê de provakasyon hene. El Erebiyê li gorî rayedarên Amerîkayê diyar kir ku xeta peywendiyê ya di navbera hêzên Amerîkayê û hevalbendên wê ji aliyekî û hêzên Rûsyayê ji aliyekî din ve, êdî niha baş dixebite.

Di nûçeya El Erebiyê de hat destnîşankirin ku ruxmî vê rewşa aram jî, lê belê ji ber gefên dewleta Tirk hîna metirsî hene ku şerê li dijî DAIŞ`ê asteng bike.

ERDOGAN DEV JI ÎXWNAN BERNADE

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser hevdîtina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi serokên Îxwan El Muslimîn re. Di nûçeya rojnameyê de hate gotin: "Hevdîtina serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a bi serokên Îxwan El Muslimîn re bû cihê nîqaşeke mezin li Misirê, nemaze yek ji şertên vegera têkiliyên Misirê û Tirkiyeyê ew e ku Enqere dev ji Îxwanan berde."

Li gorî rojnameyê, dema pêşwazîkirin û şahiya pîrozkirina endamên şandeya Îxwan El Muslimîn peyamên siyasî dide. Hat destnîşankirin ku peyama sereke ew e ku serokkomarê Tirk dest ji kaxeza Îxwanan bernade û dê ji ber sedemên îdeolojîk pê ve girêdayî be û dema ku şert û merc peyda bibin dê wan careke din bi kar bîne.

ÎHTIMALA DESTWERDANA LEŞKERÎ LI NÎJERÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da rewşa Nîjerê û di nûçeyeke xwe de wiha nivîsandin: “Ruxmî desteka Amerîka û Fransa ji bo biryarên ku di lûtkeya koma aboriyê ya delwetên rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) de têkildarî bicihkirina 'hêzên yedek' derketine jî, lê belê ev biryar dê rê li ber destwerdana leşkerî ji b o vegerandina serokê Nîjerê Mihemed Bazûm veke. Helwestên Washington û Parîsê ji hev cuda ne.”

Di nûçeyê de cih da nêrîna pisporên kar û barên Afrîkayê ya “Cudabûna helwestên Fransa û Amerîkayê têkildarî bikaranîna hêza leşkerî li Nîjerê, dibe ku derfeta serkeftina vê gavê bi sînor bike, yan jî bi temamî ji holê rake. Helwesta Amerîkayê bi hêztir e, Fransa tenê bi erêkirina Amerîkayê dikare di aliyê leşkerî de destwerdanê bike.”