Rewşenbîr Mela Newaf: Divê em li hember Rêber Ocalan rexneya xwe bidin

Rewşenbîrê Beşîr Mela Newaf tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek karekî çetetiyê pênase kir. Mela Newaf anî ziman ku helwestên li djiî tecrîdê têrê nakin û bang li gel û tevgerên demokratîk kir ku ji bo bidawîkirina wê tê bikoşin.

Rewşenbîr Mela Newaf: Divê em li hember Rêber Ocalan rexneya xwe bidin
11 tebax, 2023   23:42
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Rewşenbîr û nivîskar Beşîr Mela Newaf têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê dane wî, ji ajansa me re axivî.

Beşîr Mela Newaf di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser têkiliya Peymana Lozanê bi girtina Rêber Abdullah Ocalan re û got: “Bi Lozanê re piştrast bû ku Kurdistan mêtingeheke navneteweyî ye. Bi girtina Rêber Abdullah Ocalan re jî ev gotin ji aliyê pratîk ve hat naskirin. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan hêzê didin gelê Kurd. Lewma gelê Kurd niha li hemberî tundrawtirîn hêzên dagirker dikare tê bikoşe. Partiya Karkerên Kurdistanê dikare bi guhertin û veguhertinên ser asta cîhanê li gorî pêvajoyê tev bigere. Ev jî yek ji hêmanên wê ye ku dikarîbû berdewam bike.”

Mela Newaf bi bîr xist tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike û wiha dom kir: “Tecrîd ji ber wê ye ku hêzên komploger pê dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan di aliyê felsefîk û sosyolojîk de xwedî fikr û kûrahiyeke dîrokî ye. Fikrên wî bûne kilîta çareserkirina pirsgirêka Kurd, rewşa Tirkiyeyê û bi giştî gelên li herêmê.”

Mela Newaf diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan nameya xwe ya giştî di kûrahiya felsefeyê de, di hizir û fikra xwe de temam kiriye, lewma dê tecrîd bê encam be û wiha pê de çû: “Tecrîd bi xwe karekî bêexlaqî ye. Di baweriya min de tecrîd karê çeteyan e, xwe naspêre qanûnên navneteweyî û civakî. Bingeha wê jî xistina gelê Kurd di bin tecrîdê de ye. Di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd, kes û aliyên demokratîkxwaz tecrîd dikin.”

Beşîr Mela Newaf destnîşan kir ku helwestên heyî yên li dijî tecrîdê têrê nakin û got ku wek gel û tevgerên kurdî divê li hember Rêber Abdullah Ocalan rexneya xwe bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bingeha tecrîdê de tecrîdkirina gelê Kurd di serî de ya civak û gelên azadîxwaz û demokratîxwaz heye. Ji ber vê yekê hêja ye ku hemû mirovahî sedem û mijara tecrîdkirina Rêber Ocalan nas bikin û bişopînin.”

BEŞÎR MELA NEWAF KÎ YE?

Beşîr Mela Newaf ji navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Sala 1956`an ji dayik bûye. Sala 1979`an li Bakurê Kurdistanê Tevgera Azadiyê nas kiriye û sala 1992`yan Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Wî sala 1996`an careke din Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Sala 1998`an jî ji bo şermezarkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li mala xwe ya navçeya Amûdê çalakiya gireva birçîbûnê li dar xistiye, ew bi xwe jî tev li çalakiyê bûye. Ew niha jî endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û mamosteyê wêjeya kurdî yê Zanîngeha Rojava ye.

(c)

ANHA