Rêxistinên jinan: Em ê hesab bipirsin

Rêxistinên jinan qetilkirina jina bi navê Nexem Ziyab El Nezal şermezar kir û got, dê hesab ji sûcdaran bipirsin.

Rêxistinên jinan: Em ê hesab bipirsin
Rêxistinên jinan: Em ê hesab bipirsin
Rêxistinên jinan: Em ê hesab bipirsin
Rêxistinên jinan: Em ê hesab bipirsin
Rêxistinên jinan: Em ê hesab bipirsin
11 tebax, 2023   17:46
HESEKÊ

Jina bi navê Nexem Ziyab El Nezal (30) duh êvarî li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

Endamên rêxistinên jinan li hemberî vî sûcî rabûn û çalakiyeke protestoyî li ber mala Nexem li dar xist.

Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Rîma axivî û qetilkirina jinan bi çi navî dibe bila bibe bi tundî şermezar kir.

Rîma Îsa anî ziman ku Şoreşa Rojava ku jinan û mafên wan diparêze li cîhanê deng vedaye û bûye mînak û got: "Gelo ma dibe kiriyarekî wisa hovane were kirin û keçeke ciwan were qetilkirin!''

Rîm Îsa destnîşan kir  ferq di navbera kesên sûcên wiha hovane li dijî jinan dikin û çeteyên DAIŞ'ê de tuneye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê li hemberî sûcên hovane yên ku li dijî jinan têne kirin bêdeng nemînin, em ê hesab biprisin."

(bb)

ANHA