​​​​​​​Aboriya hikumeta Şamê, tevgera Nehda û Nîjer rojevên sereke yên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa aborî û jiyanî ya li herêmên hikumeta Şamê, rewşa tevgera Nehda û geşedanên li Nîjerê.

​​​​​​​Aboriya hikumeta Şamê, tevgera Nehda û Nîjer rojevên sereke yên rojnameyên erebî ne
5 tebax, 2023   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat di hejmara xwe ya îro de cih da rewşa jiyanî û aborî ya li herêmên serweriya hikumeta Şamê. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku ji ber bihabûnê û têkçûna nirxê lîreyê Sûriyeyê, tevgera li sûkan, bi taybet li sûka herî kevn a Şamê pir bi paş ketiye û dikandaran zirareke mezin dîtiye.

Di nûçeyê de nêrîna aborînasekî ya “Ev têkçûn ruxmî hewldanên Banka Navendî ya Sûriyeyê yên kontrolkirina nirxê xerckirina lîre jî pêk tê û nîşan dide ku siyaseta bankê binkeftî ye. Ji bo kontrolkirina nirxê lîre pêwîst e miqdarên mezin ên doldar bixin sûkê, lê belê li gel ferzkirina cezayan û rawestîna hilberandinê ev yek jî bi kêr nayê. Rewş her ku diçe xirabtir dibe” jî hat bicihkirin.

‘AMADEKARIYÊN ÎZOLEKIRINA EL XENÛŞÎ’

Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Tunisê, behsa rewşa tevgera Nehdayê ya Îxwanan kir û di nûçeya xwe de nivîsî: “Israra ciwanan a lidarxistina kongreya 11`emîn a tevgerê ku ji ber şerê wan bi salan hat derengxistin, nîşan dide ku ew dixwazin nebûna El Xenûşî û alîkarên wî ji bo hilbijartina rêveberiyeke nû îstismar bikin.”

′DESTWERDANA LEŞKERÎ LI NÎJERÊ′

Rojnameya El Quds der barê pêşdeçûnên li Nîjerê de wiha nivîsand: "Fermandarên parastinê yên dewletên rojavayê Afrîkayê ji bo destwerdana leşkerî ya muhtemel li Nîjerê, planek daniye. Ev biryar di civîna li Abujayê de hate dayîn, lê dem û çawaniya derbekirinê nehat aşkerakirin. Ev dewlet li benda encamên hewldanên dîplomatîk ên vê dawiyê ne."

(fr/c)