Dîbo: Lozana civakî destpêka sererastkirina rewşa gelên herêmê ye

Sîhanok Dîbo diyar kir ku civîna li Lozanê dibe ku bibe gaveke ber bi avakirina yekitiya Kurdan ve û got “Lozana civakî nayê wateya qebûlkirina Lozana neteweyî, lê belê ji bo sererastkirina rewşa herêmê ye.”

Dîbo: Lozana civakî destpêka sererastkirina rewşa gelên herêmê ye
2 tebax, 2023   03:18
QAMIŞLO- MIHEMED EBDO

Di wesîleya salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê, di 22'yê Tîrmeha borî de kongreyek li bajarê Lozan hat lidarxistin. Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku kongreyê bertekên gelemperiya gelê Kurd û Kurdistanê yên li hemberî Peymana Lozanê ya sala 1923'yan nîşan dan.

Sîhanok Dîbo anî ziman ku Peymana Lozanê li dijî hêviyên gelan e û wiha pê de çû: "Berhemên vê peymanê li herêmê xuya bû, ku teşeya dewlet netewe hat ferzkirin. Peymana Lozanê encamên lihevhatina berjewendî û ajnîdeyên dewletên hegemonîk ên wê demê ye mîna Fransa, Brîtanya, dewletên din ên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser ketin."

Dîbo da zanîn ku Peymana Lozanê ji bo xurtkirina rewşa dijbertiya hêviyên tevahî gelê herêmê, di serî de gelê Kurd de pêk hat û ev nirxandin kir: "Em dikarin pêvajoya beriya Lozanê, an ku nexşeyên Sykes-Picot an jî Kongreya Qahîreyê ya di Adara 1921'ê de hatibû lidarxistin, dîsa jî encamên lihevkirina Enqere û Sûriye ya di bin mêtîngeriya Fransayê de wê demê wekî sînordarkirin û hewla qirkirina doza Kurd û gelê Kurd a diyarkirina qedera xwe bi nav bikin.”

‘KONGREYA LOZANÊ DESTPÊKA BIRÊXISTINKIRINA MALA KURDAN E’

Dîbo îşaret pê kir ku ruxmî ku di navbera aliyên Kurd de yek nêrîn di gelek mijarên siyasî de tune ye, lê piraniya Peymana Lozanê red dikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em dikarin kongreya ku li Lozanê hatibû lidarxistin wekî destpêka rêxistinkirina mala Kurd û yekkirina helwesta kurdî di gelek dozan de mîna; çawa dê çareseriyeke mayînde û adilane ji doza Kurd re ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hebe, bi nav bikin."

Dîbo destnîşan kir ku Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya pêvajoyeke demokratîk dikin û diyar kir ku teşya dewlet netewe ya navendî ya ku li herêmê hatiye ferzkirin û di gelek astan de karesaet bi xwe re anîn, bandor li Kurdan nekir, Kurd dikarin di meşa demokrasiyê de bimeşin.

Sîhanok Dîbo got, yên ku bi fikra neteweya demokratîk bawer in, ev fikr di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk anî û bal kişand ku ev fikr ne tenê ji aloziya Sûriyeyê re, di heman demê de ji tevahî cîhanê re çareseriya herî girîng e.

Dîbo wiha dom da axaftina xwe: "Fikra neteweya demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê şeklekî pêşketî û pîvaneke girîng û hevgirtî. Eger me daxwazên gelê Sûriyeyê yê ku di Adara 2011'an de bi dirûşma 'Gel guhertinê dixwaze' rabûbû, pratîk kiriba hingî em ê ber bi sîstemeke demokratîk ve biçûna ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike. Ji ber vê yekê divê em nekevin xefika xwespartina li sîstemeke destpot a navendî ya ku nikare xwe ji nû ve saz bike û nikare bibe îfadeya rasteqîn a azadiya gelan."

LOZANA CIVAKÎ; TÊGEHA SERERASTKIRINA REWŞA GELAN

Sîhanok Dîbo di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser Lozana civakî ku Rêber Abdullah Ocalan di sala 2009'an de pêşkêş kiriye û got: "Lozana civakî nayê weteya qebûlkirina fikra Lozana neteweyî. Lozana civakî destpêka sererastkirina rewşa gel e. Rêber Abdullah Ocalan parêzname pêşkêşî gelemperiya gelên herêmê kir û diyar kir ku wekî gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd di serî de, em dikarin qedera xwe diyar bikin û bi rêya diyarkirina rastiyên girêdayî erdîngariyê xwe tevahî herêmê bi rê ve bibin. Lê divê neyê fêmkirin ku ev tê wateya boykotkirina aliyên din. Em di tevahî lêkolînên xwe yên civakî de piştrast dikin ku em beşek ji vê herêmê ne û naxwazin bi dîtina aliyên din çareseriyên neguncaw li ser me werin ferzkirin. Em qebûl nakin şerên li ser esasê olî yan neteweyî hebin. Rojhilata Navîn dikare bibe herêmeke civakî, siyasî û aborî ya yekbûyî. Heke civîn an kongreyên mîna ya Lozanê werin lidarxistin, divê aliyê civakî li ber çavan were girtin, da ku armanca me ya guhertineke demokratîk pêk were."

Dîbo anî ziman ku divê axaftinên girêdayî peyman û lihevkirinên ku li ser herêmê hatine kirin, baş werin nirxandin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Mînak; hejmarek siyasetmedar û şîrovekar destnîşan dikin ku Peymana Sevrê ya sala 1920'î ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurd bû, lê belê di warê rexneyî de em dibînin ku ev peyman ji sedî 20 qada rasteqîn a Kurdistanê biçûk dixe û tenê li ser 3 madeyên ne zelal sekinî ku xweserî an jî aborî diyar nekiriye."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin da ku vebijêrkên guncaw ên li gorî gelê Kurd diyar bike û çareseriyeke adilane û rastîn ji pirsgirêka Kurd re mîsoger bike.

(bb)

ANHA