Li Şehbayê şahiya ji bo zarokên astengdar

Bi boneya Roja Dostaniyê ya Cîhanê li herêma Şehbayê şahiyek ji bo zarokên astengdar hat lidarxistin.

30 tîrmeh, 2023   12:29
ŞEHBA

Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya girêdayî Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya kantona Efrînê bi boneya Roja Dostaniyê ya Cîhanê ji bo zarokên astnedar (xwedî pêdiviyên taybet) şahiyek li dar xist.

Şahî li hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafîn ya herêma Şehbayê hat lidarxistin û 85 zarokên xwedî pêdiviyên taybet beşdarê bûn.

Di şahiyê de li ser navê Desteya kar û Barên Civakî ya kantona Efrînê  Neimet Elîko axivî û ev roj li zarokan pîroz kir.

Li ser navê Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya girêdayî desteyê jî Hêvîn Şemiya axivî. Hêvîn diyar kir ku ew ê ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet her tim di nava liv û tevgerê de bin û got: “Em ê bi hev re bibin alîkar û em ê bi hev re hezkirin û hevaltiya xwe diyar bikin.”

Koma Kulîlkên Efrînê ya çand û hunerê jî hunera xwe pêşkêş kir.

(zş/c)

ANHA