Di merasîma sersaxiyê ya 5 şehîdan de banga yekitiyê

Şêniyên hesekê di merasîma sersaxiya ya 5 şehîdan de diyar kirin ku şehîdan di oxira ewlehiya ax û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de canê xwe feda kir. Şêniyan li hember dewleta Tirk a dagirker banga yekîtiyê kir.

30 tîrmeh, 2023   11:46
HESEKÊ

Bi sedan xelkê bajarê Hesekê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî berê xwe da bin konê sersaxiyê yê ji bo şehîd; Hesîne Mûsa Mihemed (Avaşîn Hesekê), Hîbe Ebdulqadir Bekir (Hîbe Hesekê), Bêrîvan Ebdulxelef (Bêrîvan Hesekê) û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê) hatibû vedan.

Li gorî daxuyaniya YPJ′ê, her 4 şervanên wê 27`ê Tîrmehê dema li ser erka xwe bûn li bajarê Hesekê di encama qezayekê de şehîd bibûn.

Welatiya bi navê Weid Xelûf jî 27′ê Tîrmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî 2 erebeyên li ser rêya Til Marûf a Qamişloyê de şehîd bibû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîma sersaxiyê li dar xist. Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û îşaret bi fedakariyên şehîdan ên di oxira pêkanîna ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîşan dan, kir.

Rojda diyar kir ku tevlêbûna şehîd Hesîne ji Şoreşa Rojava re rêya tevlêbûna nava refên YPJ`ê li pêşiya piranî jinan vekir.

Rojda destnîşan kir ku her 5 malbatên şehîdan malbatên welatparêz in û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava gelek fedakarî nîşan dane.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Stêrk Cûdî jî axivî û bal kişand ser girîngiya fedakariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Her 5 şehîdan di oxira pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê canê xwe feda kir."

Stêrk bang li pêkhateyên herêmê kir ku yekitiya xwe xurt bikin û li hember planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Stêrk soz da ku ew ê heta rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî li ser şopa şehîdan bin.

Di dawiyê de wesîqeyên her 5 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr/c)

ANHA